Li Stockholmê

   

Kampanya ji bo piþtgiriya Dema Nû

Îro (22 Nîsanê, roja rojnamegeriya kurdî) li Swêdê ji bo rojnameya Dema Nû, ya ku ji nûve wek rojnameyeke hefteyî li Diyarbekirê dest bi weþanê kiriye, kampaniyeke piþtgirî û alîkariyê destpê kir. Endam û dostên KOMKAR-Swêdê, derketina Dema Nû li ser axa xwe bi þabûneke mezin pêþwazî kirin. Ji bo destekkirin û xurtkirina wê pêwîstî bi kampanyayeke abonekirinê û alîkariyê dîtin, û zendê xwe ji bo vî karî hildan.

Endamên KOMKARê li navça Stokholmê, berê ji xwe dest pê kirin û bûn abone û dûra bernameyek ji bo kampanyayê amadekirin. Di dema pêþ me de, ew ê li bajarên din ên Swêdê jî cehd bikin ku di nav welatparêzên kurd de aboneyan zêde bikin.

Pêwîstiya weþanên kurdî yên wek Dema Nû bi alikariya maddî û manewî ya her kurdekî heye û li ber çavan e.Ji ber ku ew bi îmkanên sînorkirî, di rewþeke bindestî û êriþan de ber xwe didin. Dema Nû dengê gelê kurd e û wek ronahiyekê xwe berdide ser pirs û girêkên civata kurd, ew wek boriyeke nefesê ye ji bo ziman û çanda kurdî.

Kesên ku li Swêdê bixwazin bibin aboneyê rojnameya Dema Nû dikarin heqê abonetiyê li ser hesabê Roja Nû (Roja Nû PG: 458980-0) razînin. Abonetiya salekê 90 evro , þeþ meh 70 evro ye.

Ji bo têkilî:
Navnîþan: Roja Nû
Box: 150 10 161 15 Bromma
Tel: (0046) (0)8 26 23 75
Fax: (0046) (0)8 25 38 57
E-mail: [email protected]

 

 

 
© 2001-2005 Roja Nû