
Li ser navê Komeleya
Nivîskarên Kurd li
Swêd
Sersaxî
Em bi wefata
Serokê Kitêbxaneya
Kurdî Kek Nedîm Dagdevîren
gelekî xemgîn
bûn.
Nedîm Dagdevîren di damezrandin
û rêvebirina Pirtûkxane
û Navenda Dokumentasyona Kurdî de xwediyê xizmeteke berketî bû, ew di eynê
demê da endamekî
Komeleya Nivîskarên Kurd bû. Li Stockholmê di jiyana candî û civakî ya kurdan
de ciyê Nedim
Dagdevîren wê her
dem xuyanî be.
Wî di temenekî berhemdar de, xatir ji jiyanê û ji
me hemûyan
xwest û çû ser dilovaniya xwe.
Em ji malbata wî re, dost û
hevalên wî re sebir û sersaxiyê dixwazin.
Ew ê di dilê me de her bijî.
Li ser navê Komeleya
Nivîskarên Kurd li
Swêd
Haluk Öztürk
|