Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê komcivîna xwe ya salane pêkanî

STOKHOLM-2004/04/11- Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê îro komcivîna xwe ya salane çêkir. Endaman, piþtî xwendina rapora xebatê li ser kar û barên komelê yên sala par niqaþ kirin. Di gel destnîþankirina hewldanên baþ yên komîteya karger, kêmasiyên xebata sala çûyî jî hatin dîyarkirin. Ji bo xurtkirina komelê, zêdekirina çalakiyan pêþniyazên cuda hatin kirin.

Piraniya endaman pêwîstiya hebûna komeleyeke sivil wek KNKS anîn zimên. Mesela hat gotin ku Komeleya Nivîskarên Kurd bilî fonksiyona xwe ya pêþeyî (meslekî) dikare li Swêdê û hetta li Ewropayê jî di warê çêkirina raya giþtî de ji bo doza gelê kurd, li dijî zordestiya ser çanda kurdî roleke gelekî erênî bileyize. Car heye gotina komeleyên sîvîl dikarin ji ya partiyên siyasî zêdetir bên guhdarîkin û piþtgirîkirin. Xasima di pirsên wek çand û zimanê kurdî de nivîskarên kurd dikarin li Ewropayê dengê gelê kurd baþtir bidin bihîstin.

Di nav pêþniyaran de sazkirina malperekê ji bo KNKS; derxistina bultenekê, pêþkêþkirina raporên derbarî zordestiya ser ziman û çanda kurdî de ji bo dezgehên Yekitiya Ewropa û.h.w. hebûn.

Ji bo Komîteya Karger ev kesana hatin hilbijartin: Haluk Ozturk, Laleþ Qaso, Zinar Soran, Sebiha Hekarî û Siddîq Bozarslan.

 

 
© 2001-2003 Roja Nû