PÎROZ BE!
Ji çand hunera kurdî re ronahiyeke nû vêket:
Li Amedê Komeleya ÇIRA ava bû

Di 28ê meha Gulana 2005an de li Amedê komeleyeke çandî û hunerî ya bi navê ÇIRA hat avakirin. Di kombûna avakirina komeleyê de gelek kes beşdar bûn. Ji hîmdar û rêvebirên komelê, Elî Heyder Firat û Newzat Karakeçî li ser pêwîstiya komeleyên demokratîk yên çandî û hunerî dîtina xwe anîn ziman û diyar kirin ku Komeleya ÇIRAyê wê di warê pêşxistina çand û hunera Kurdî û dewlemendkirina zimanê Kurdî de xizmeteke mezin bike.

Di civîna avakirina Çirayê de, ku li taxa Ofîsê vebû, gelek kes, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedar beşdar bûn, wek Cîgirê Serokê Hak-Parê Bayram Bozyel, Serokê Hak-Parê yê Tayê Amedê Xalîs Nezan, Girênendeyê Giştî yê Rojnameya Dema Nû Arîf Sevînç, birêvebirên Kurd-Komê û birêvebirên sendîkayên Amedê, şaîr û nivîskar Arjen Arî, şaîr û nivîskar Azad Ziya Eren. Ji gelek şexsiyetên kurd, siyasetmedar û rewşenbîran peyamên pîrozkirinê hatin şandin.

Her di roja yekemîn ya vekirina komeleyê de çalakiyeke hunerî hat li dar xistin. Di lokalê de pêşengeheke wêneyan ji wêneyên wênesaz Arif Sevînç, Gokhan Aslan, Mihemed Tekîn û Ercan Aslan pêkhatî hat raberkirin.

Bi hêviya ku ÇIRA bi xwe re gelek çirayên huner û çanda kurdî vêxe û geþtir bike, em avakirina wê pîroz dikin jê re di kar û barê wê de serfiraziyê dixwazin.

Roja Nû

 

 
© 2001-2005 Roja Nû