Seminar
”Kurd û Ewropa

GÖTEBORG-01/11/2005-Statuya Turkîyê di nav EU de wek welatekî endam tête çi maneyê ji bo kurdan? Konsekvensên têketina Turkîyê nav Yekîtîyê Ewropa ji bo xelkê kurd li Turkîyê çi ne? Tesîrên li ser derdorê çi ne? Ewropa çi rola tarîxî li ser kurdan leyîstîye û guhertina nuha çî ye? Rêya kîjan imkanan ji bo kurdan vedibe û kîjan tête dadan? Ev pirs û pirsên din hate ziman û bûn mijarên semînara ”Kurd û Ewropaku roja 29 10 2005 li dibistana Mångkulturella Folkhögskolan (MF) di rojavayêbaşur a Swed li bajarê Göteborg hate damezirandin. Semînar ji alîyê MF û bi hevkarîya Komela Demokratîk ya Kurdên bakur (KK) bi alîkarîya YE hate damezirandin. Gulan Avcî, adaya parlementoya Swêd, û berpirsîyara integratîyonê derdorê bajara Stockholm a partîya gel (fp) û nivîskar Haluk Özturk civîn ji berê sibê heta piştî nîvro bi semînar û muneqeşe bi rêva birin. Di nav beşdaran da hine berpirsîyarên partî û rêxistinên  kurdî û swêdî hebûn. Semînar baş derbazbû, li gor beşdaran pirsên girîng hatine ziman, forumek girîng û hewceyî bo mineqeşê avabû, û imkan da ku dengê kurdan bête sehkirin.

Cango


 
© 2001-2005 Roja Nû