KOMKAR-Swêdê komcivîna
xwe ya 30-yî çêkir
KOMKAR-Swêd (Komela Karkerên
Kurdistan li Swêd) roja
15 çile 2006 komcivîna
xwe ya 30-yi çêkir.
Komcivînê bi rawestina deqîqekê
ji b o rêzgirtina
þehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Piþtî xwendina
rapora xebatê ya
sala çûyî,
li ser raporê, xebatên komelê guftugo çêbûn;
kêmasî hatin testnîþankirin
û rexnekerin, kar
û çalakiyên baþ hatin pesinandin.
Ji bo dewra
pêþ dîtin û pêþniyazên
cuda hatin
kirin.
Hebûn û çalakbûna komelê
ya piþtî
30 salî wek ciyê
þanazî û kêfxweþiyê
hat behskirin. Komîteyeke karger ya nû
hat hilbijartin ku
ji heft kesan (sê jin
û çar mêr)
pêk tê. Ji
jinan Sevgî
Yildiz wek
seroka komelê hat hilbijartin.
Çend faktayên kurt
di
heqê
KOMKAR-Swêdê de:
KOMKAR-Swêd yek ji wan komeleyên kurdan yên aktif
e ku li
diasporayê bi kar û xebatên xwe yên
çandî xizmetên berbiçav kiriye. KOMKAR-Swêd komela herî kevn e li swêd,
ew di damezrandina
Federasyona Komeleyên Kurdistan
li Swêd de xwediyê
roleke sereke
ye. Ew yek
ji þeþ komeleyên
avakarê Federasyonê
ye. Vê komelê yekemîn weþanxaneya kurdî vekiriye li vî
welatî û heta
nuha 65 pirtûkên bi zimanê kurdî weþandiye;
nêzîkî bîst
û pênc salan kovareke
kurdî çandî
(ROJA NÛ) derxistiye.
KOMKAR-Swêd îro
jî pirtûkên kurdî
derdixe û belav
dike, li ser înternetê weþandina kovara Roja Nû dewam
dike, komên folklore yên
KOMKAR-Swêd îro jî reng didin
cejn û þahiyên
kurdan. Li nav Stokholmê lokaleke
komelê heye ku wek
maleke kurdan
naskirî ye.
|