|
KOMKARê
komcivîna xwe ya 19-an pêk anî
Yekitiya
Komeleyên Kurdistanê KOMKARê komcivîna xwe ya 19-an di
rojên 23 - 25 Îlonê 2005 da li bajarê Duisburgê pêk anî.
Komcivîna
KOMKARê ya îsal ku ji ber rasthatina 100 salîya ji dayîk
bûna Osman Sabrî û 80 saliya dardakirina Þêx Seîd û hevalên
wî yên nemir, bi navê van her du nemirên Kurdistanê hatibû
bi nav kirin, bi serfirazî derbas bû.
Hejmareke
mezin ya rewþenbîr û nûnerên saziyên kurd di komcivînê da
amadebûn, mesaj û silavnameyên pîrozbahiyê pêþkêþ kirin.
Navê hinek ji wan þexsiyetên ku beþdar bûn:
Ji
Komela Piþtgirên HAK-PAR’ê, serokê komelê Þêx A.Qadir Aslan,
Necati Tank, Xalit Tetik û Musa Ataman, nûnerên PDK,
Adnan Bakır ve Segvan Salih, nûnerê, ji nûnerên PSK
Sîdar Bingöl, nûnerê PDK-Îran Sultan, Nûnerê PİK Hikmet
Serbılınd, nûnerê PDK-S (Elparty) Ekem, Serokê
belediya Duisburgê Adolf Sauerland, li ser navê PADEKê Bahoz
Amedî, li ser navê Kurdistan-TV Xelîl Sincarî, nûnerê Hevbendî
Bakurê Kurdistan Dr. Musa Kaval, nûnerê KDP-Bakur Baran
Hemze, li ser navê PKE- Mehmet Ali Yıldırım,
li ser navê Hevkar A.Yildirim, nûnerê PWD-K Azad Can, nûnerê
IMK Ebubekir Saydam, nûnerê KOMJİN Belgin, serokê Federasyona
Dedeyên Alewî Hasan Kılavuz, li ser navê Komela Mala
Êzdîya -Oldenburg Dr. Eskerê Boyik, lêkolîner-nivîskar Mehmet
Bayrak, lêkolîner-nivîskar Ali Haydar Koç, Dr. Fikret Zengin,
Dr. Fikret Yıldız, avukat Zeki Öztürk, avukat
Cuma Yakut, hunermend Fatê, siyasetvan-nivîskar Yılmaz
Çamlıbel, nûnerê KOMKAR-Swêd Salih Omeri, nînerê Hollanda
KOMKAR Sahin û Düzgün, li ser navê Peyama Kurd Fadıl
Özçelik û Hamdullah Yumlu, li ser navê KovaraVate Seyidxan
Kurij, Seydo Can nûnerê radyoya WDR, nûnerê kovara Birnebûn
Muzaffer Özgür, nûnerê KOMKAR-Belcika Mazlum Ronî, Fransa
KOMKAR adina A.Kestan, Brusk Agiri-Hollanda.
Yên
ku peyam û silavnameyên pîrozkirinê þandibûn:
Sekreterê
Giþtî yê PSK Mesut Tek, nivîskar û siyasetvan Kemal Burkay,
serokê giþtî yê HAK-PARê A.Melik Fırat, Komela piþtgriya
HAK-PAR’ê - Almanya, Komeleya ÇIRA - Diyarbakır, serokê
KÜRT-KAV M.Celal Baykara, Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê
li Swêdê Þermin Bozarslan, Partiya Keskan-Almanya, Kovara
Birnebûn, PDK-S (Elparty), PWD-K buroya ewropa, KDP-Iraq,
Civata-Kurd, Kazım Özdemir, nivîskar Loqman Polat,
Xalitê Hekari, PİK, Hevkar-Hamburg, PKE-Platforma Kurdê
Ewropa, Darıca Köyü Sosyal Yardımlaşma ve
Dayanışma Derneği, Komela KOÇ-KAK Hollanda,
Kovara Vate Almanya, KOMKAR-Swêd, nûnerê Dema Nû -Hewler
Nurettin Agirî, rêvebirî giþtî yê Dema Nû Arif Sevinc, li
ser navê NAVEND- Dagmar Kaplan. Dersim Spor-Duisburg
Piþtî
ku diwana rêvebir a komcivînê hat hilbijartin, axaftina
mêvanan û xwendina peyaman hat destpêkirin. Kesên ku di
komcivînê da axifîn:
Serokê
belediya Duisburgê Adolf Sauerland, Serokê giþtî yê KOMKARê
yê berê Fettah Tımar, nûnerên KDP-Iraq, YNK, KDP-Bakur
yên Ewropayê, nûnerê PIKê, nûnerê PWD, nûnerê Hevbendî Musa
Kaval, Serokê Komela Êzidîyan Eskerê Boyik, nînerê PKE-
Mehmet Ali Yıldırım.
Yên
ku axifîn giþtan bal kiþandin ser giringiya erkê ku KOMKARê
hildaye ser milê xwe û li ser pêwîstiya alîkarîkirin û bi
hêzkirina vê rêxistinê sekinîn.
Komcivîna
ku tê de ji her þar parçên Kurdistanê rewþenbîrên kurd yên
elît ku li Ewropayê dijîn beþdar bûn, bi rêk û pêkî û bi
coþeke mezin derbas bû. İ dawiyê da bernameyeke çandî
hat pêþkêþkirin ku tê da hunermenda hezkirê Fatê stra û
li ber muzîka wê govend hat gerandin. Di roja sêyemîn da
komîteyên rêvebiriyê hatin hilbijartin.
Saleke xebatê ya nû ji bo rêvebir û endamên KOMKARê hat
destpêkirin.
|
|

BIRYARÊN KOMCIVÎNAKOMKAR-Ê YA 19-MÎN
BIRYAR
1:
Eger
guherandineke mezin neqewime, di rojên pêþ da civînên ji bo
endametiya Tirkiyê li nav YE da wê dest pê bikin. KOMKAR wek
prensîp evê wek gaveke mezin dibîne. Lê belê divê Tirkiye
di sîstema xwe da guherandin û reformên mezin pêk bîne, demokrasî
û azadiyan derxîne dereca standartên YE.
Bêguman
pirsa kurd di vî warî da pirsa herî sereke ye. Heta ku ev
pirs negihê çareseriyekê heqane, pêkanîna reformên demokratîk
û mafên mirovî ne mumkun e. Tirkiye bi rewþa xwe ya heyî nikare
xwe bigihîne standartên YE.
Lewma
em bangî serwerên yekitiyê û yek û yek dewletên wê dikin ku
dest ji cot-standartîyê berdin, pirsa kurdî wek pirseke bingehî
bigrin nav rojeva xwe û ji bo çareserkirina wê gavên berbiçav
biavêjin.
Divê
herkes bizanibe ku, demokrasî, mafên wekhevî û aþtîyê ji bo
hemû gelên cîhanê çi ne ji bo kurdan jî eynî ne û mafekî bingehîn
e. Kurd li hember zordestiyê û koletiyê berxwe didin. Armanca
wan ew e ku li ser axa xwe paþeroja xwe bi serbestî tayîn
bikin. Gelê me naxwaze carek din bibe qurbana berjewendiyên
hinekên din.
BIRYAR
2:
Komcivîna
me dixwaze careke din bala raya giþtî dikiþîne ser gelê me
yê ku li dervayî welat dijî. Xasima kurdên li Ewropayê heta
nuha pir ber xwe dan. Him ji bo çarelêkirina pirsgirêkên ku
li welatên lê dijîn derdikevin pêþiya wan, him jî bona destek
kirina gelê me yê li Kurdistanê gelek xebatên kêrhatî kirin.
Lê jiyan didome û kurdên dîasporayê îro jî li hember pirsgirêk
û dijwariyan berxwe didin.
Bêguman
di xebata kurdan ya derva da barê giran li ser piþta sazî
û dezgeyên me yên demokratîk e. Heta nuha wek KOMKAR em li
ser wê baweiyê ne ku çi berpirsiyarî û erk ketiye ser milê
me, me li gor hêz karîna xwe bi cî anîye. Serê me bilind,
rûyê me spî ye.
Diyar
e ku serederîkirina dijwarî û pirsgirêkan, bi berxwedan û
bi hevkariyê dibe. Eger di nav kurdan da yekitiyeke xurt nebe,
xebateke serkevtî ji bo çêkirina Lobiyê nayê kirin. Di van
çend salên dawîn da li Ewropayê di nav kurdên welatparêz da
hin pêþketinên baþ rûdan, gavên giring hatin avêtin, lê belê
divê ew bên pêþxistin û bêtir berhemdar kirin.
Gereke
kurd di hemû warên jiyanê da, li gor þertên xwe yên civakî
ji nûva xwe organîze bikin. Ji me ra nûjenî, bi gotineke din
ronesanseke kurdî pêwîst e.
Banga
me ji hemû hêz û kesên welatparêz re ev e: dest bidin hev,
ala yekitî û biratiyê tev bi hevra li ba bikin û xebatê oêþda
bibin.
BIRYAR
3:
Komcivîna
me, gavên ku ji bo Iraqeke Federal hatie avêtin, ne tenê ji
bo gelên Iraqê ji bo hemû navçeyê, pêþketineke dîrokî dibîne.
Komcivîna
me, silavê li pêþketinên erênî yên ku li Kurdistana baþûr
çêbûne û hemû destkevtiyên gelê kurd dike.
Lê
divê neyete jibîrkirin ku çi li nav Iraqê çi jî li dervayî
wê, jimara dijminên wekhevî, azadî û demokrasiyê ne hindike.
Ew jî amade ne ku rê li ber guherandinên erênî bigrin, ji
bo xirabkirina aþtî û aramiyê hemû metodên xirabiyê bi kar
bînin.
Divê
gelê me þiyar be. Ji bo parastina berjewendiyên Kurdistana
Kakur dest bidin hev û rê nedin provakasyon û lîstikan û ber
xwe bidin.
Bijî
yekitî û biratiya welatparêzên Kurd!
Bijî
Kurdistana Azad!
Bijî
Kurd û Kurdistan!
Di
parçên Kurdistanê yên di bin destê Îran û Suriyê da, xebata
gelê kurd ji bo azadî û wekheviyê bi germî berdewam dike.
Lê mixabin desthilatdarên dewletên kolonyalîst li van herdu
beþan jî berbi demokrasî û azadiyê hîç gavekê navêjin, dozaja
teror û zorê zêdetir dikin.
Banga
me ji hêzên welatparêz ên kurd û ji hêzên aþtîxwaz û demokratîyên
cîhanê ew e ku li hember zulma dewletên Îran û Suriyê bêdeng
nebin û piþtgiriya hêzên demokratîk û gelê Kurdistanê bikin.
BIRYAR
4:
Rewþa
pir xirab û aloz ya Tirkiyê û Kurdistana Bakur bi hemû neyîniyên
xwe ve dom dike.
Yekitiya
Ewropayê û Pirsa Kurd babetên rojevê yên herî giring in. Li
ser pirsa endametiya YE civata Tirkiyê bûye du beþ. Li aliyekî
xelkê ku terefdarê aþtî, demokrasî û pêþketinê ye û dixwaze
Tirkiye bikeve nav YE. Li aliyê din derdorên nijadperest-faþîst
û þoven in, dijminatiya demakrasiyê dikin. Hêzên nediyar,
bi gotineke din dewleta kûr ku wek parazît li ser piþta gel
abûra xwe dikin li dijî YE ne.
Pirsa
Kurd roj bi roj girantir dibe. PKK piþtî navbireke çend salan
dîsan dest bi çalakiyên çekdarî kir. Operasyonên eskerî her
diçe qada xwe firetir dike. Dewlet li þûna ku ji pirsê re
çareyekê bibîne, dozaja asîmîlasyonê û terorê zêdetir. Bêkarî
û birçîbûn li Kurdistanê gihîþtiye dereca herî bilind. Firotina
laþê xwe û bikaranîna esrar û afyonê wek xetera herî mezin
hatiye belavkirin ku civatê ji binîve dihejîne.
Li
aliyê din serokwezîrê Tirkiyê demekê berî nuha qala hebûna
pirsa Kurd kir û got ku dewletê berê di vê pirsê da gelek
þaþî kirine. Bêguman bi navkirina pirsê bi navê wê yê rasteqîn
tiþtekî pozîtîf e. Lê belê divê ev gotinana jî, wek gotinên
ku hinek serwerên dewletê yên berê kiribûn, nebin gotinên
pûç û vala.
Komcivîna
me di wê qeneetê de ye ku ew þerê PKK dike ne li gor menfaeta
gelê Kurd e, divê rojekê zûtir bête sekinandin.
Sedemê
pirsa ku di navbera dewletê û gelê Kurd heye helbet ne þerê
PKK ye. Sedem siyaseta dewletê ya 83 salan e. Komcivîna me
bang li AKP û Parlamentoyê dike ku dev ji gotinên hundurvala
berdin, dawî li operasyonên eskerî bînin, rojekê zûtir teror
û asîmîlasyonê bisekinînin û ji bo çareserkirina pirsa kurd
gavan bavêjin.
Qet
þik tê de tuneye ku serkevtina li dijî nijadperestî û kolonyalîzmê
bêî yekitiya hêzên welatparêz ne mumkun e. Komcivîna me bang
li hemû rêxistin û þexsiyetên welatparêz dike ku ji bo pêkanîna
yekitiya welatparêzan hewl bidin û bi hevra bixebitin.
25.09.05
|