Stockholm:
Konferansa li ser dîroka Kurdistanê çêbû

Stockholm-10.02/2007- Îro li paytextê Swêdê Stockholmê konferansek li ser dîroka Kurdistanê hat derbaskirin. Konferansa ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê hatibû amadekirin, bi hewes û baldariyeke mezin hat gudarîkirin. Destpêkê da ji bo rêzgirtina şehîdan deqîqeyekî rawestin û dûra seroka Federasyonê Şermîn Bozarslanê xêrhatin li beşdar û mêvanan kir. Pênc pispor û zanayên beşdarbûyî, di babetên cuda da li ser dîroka Kurdistanê agadarî dan. Di dawiya konferansê da, wan bersiva pirsên gudaran dan û konferans bi awayekî serketî derbasbû.

 Nivîskar û  sîyasetmedar Kemal Burkay, wek babet li ser   ”Di dema îslamê de Dewletên Kurdîsekinî. Burkay berî axaftina xwe sipasî Federasyonê kir ku konferanseke weha amadekiriye, û dûra ji bo bîranîn û rêzgirtina dîrokzanê kurd Şekroyê Xudo ku çend roj berê wefat kir, sersexî da gudaran û gelê kurd. Burkay, ku berê gelek caran di nivîsên xwe yên rojnaman da baldikişande ser nezanîn yan kêmzanîn ku di heqê dewletên kurdî da heye, carê ev kêmasiya ku li ba gelek xwende û zanayên Kurdistana bakur heye destnîşan kir. Kemal Burkay got ew nêrîna ku dibêje kurdan dewlet avanekirine, propaganda û siyaseta dewleta tirk ya înkarkirinê ye. got kurdan di dîrokê da gelek dewletên mezin û serbixwe û yên nîvserbixwe ava kirine. Ji wan dewletan behsa yên ku di dewra îslamiyetê da hatine avakirin, kir, wek dewleta Şeddadî, Merwanî, Eyûbî û yên din. Burkay got ”Hewce nake em weke tirka tarîxeke bi vir-derewan ji xwe ra çêkin, tarîxa me heye û divê em serbilind bin”.

Siyasetmedar Ahmed Kakemenî li ser dîroka Rojhilatê Kurdîstanê qise kir û gelek agadariyên kêrhatî pêşkêş kirin. Kakemenî ji dewra împaratoriya Mîdya heta Komara Mehabadê bi kurtî behs kir. Dîroknas Dr. Celîlê Celîl li ser Dîroka Kurdzanîya Ermenistanê  axifî. behsa pêwendiyên kurd û ermeniyan ji sedsala 19a heta îro kir, behsa xebatên kurdzaniyê û prosesên kir. Celîlê Celil gelek agadariyên balkêş û kêrhatî dan guhdarên xwe.

Hiqûqzan Dr. Nûrî Talebanî ku yek ji amadekarê Qanûna bingehî ya Iraqê ye, û parlamenter e, li ser Basûrê Kurdîstanê, Iraq û  pirsa Kerkûkê  qise kir. Talebanî ji ber babeta pirsa Kerkûkê û qanûna 140 gelek gudaran pirsên cuda-cuda kirin. Dr. Nûrî Talebanî cîbicîkirina qanûnê wek pirsa herî giring li ber neteweyë kurd dibîna, û got divê her kurdekî welatparêz li hundur û derva ji bo pirsê bixebite. Siyasetmedar û nivîskar Abdulbasit Seyda bi babeta  ”Ji dîroka kevnar: Hûrî û Kurdîstan, Kurdîstana Sûrîyê bi taybetîseminerek da. Dr. Abdulbasit Seyda got kurdan bi xwe qasî ku lazime dîroka xwe nekolane, nuha êdî gencên kurdan bere-bere bala xwe didin ser dîroka miletê xwe, xasima gencên ku li zanîngehên Ewropayê dixwînin hêviyeke mezin in.

 
© 2001-2007 Roja Nû