FEDERASYONA KOMELEYÊN KURDISTANÊ LI SWÊDÊ KOMCIVÎNA XWE YA 21a PÊKANÎ  

 

Wezîrê tendurustiyê Morgan Johansson
Cîgira Serokê Partiya Çep Ulla Hoffman

 

STOCKHOLM- 16/05/2004- Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê, Komcivîna xwe ya 21min di rojên 15-16ê gulanê de çêkir. Bi beþdariya 183 nûnerên komeleyên kurd yên li çaraliyê Swêdê komcivîneke serkevtî hat derbaskirin.
Roja pêþin, piþtî axaftina serokê Federasyonê Keya Îzol, mêvanên komcivînê qisekirin.Mesajên piþtgirîyê hatin xwendin. Li ser navê hukumeta Swêdê wezîrê tendurustiyê Morgan Johansson beþdarbû û axaftinek kir.
Johansson di axaftina xwe de weha got: "Niha li vir çavê min bi posterekê Anna Lîndh (wezîra derva ya Swêd ya ku par hat kuþtin) ket. Mirina Anna Lindh ne tenê ji bo Partiya Sosyal Demokratan, hukumet û gelê Swêd, lê ji ji bo gelê kurd jî bi taybetî zirar û ziyaneke mezin bû. Ew dosteke kurdan ya ji dil bû. Lê êdî dostên kurdan yên rasteqîn gelek in, xilaz nabin"
Johansson ku demek berî niha çûbû Kurdistana Baþûr, li ser gera xwe û tiþtên dîtî qise kir.Wî bi pesin behsa tecruba kurdan ya avakirina demokrasiyê kir û got: "Em hêvîdar in ku hûn ê bi zanîn û karîna xwe, ji bo avakirina demokrasiyê alikariya tevaya iraqê bikin".
Ji partiyên swêdî yên din jî nûner beþdarbûn û piþtgiriya xwe dan komcivînê. Cîgira serokê Partiya Çep Ulla Hoffman, ji Partiya Gel (fp) Erik Ullenhag, ji SIOS Panos Oulis, Nûnerê Hukumeta Kurdistanê Taha Berwarî, li ser navê Komîteya HEVKARÎ M.E. Reþîdî û li ser navê Platforma Kurdên Ewropayê E. Alacabey jî axifîn.

Du rojan li ser kar û barên Federasyonê hat qisekirin, biryar hatin girtin. Organên nû hatin hilbijartin. Kesên ku ji bo Komîteya Karger û Komîteya Giþtî hatin hilbijartin ev in:

Komîteya Karger   Komîteya Giþtî
Þermîn Bozarslan   Salih Demîr
Keya Îzol   Kamran Haco
Kovan Amedî   Niyaz Ehmed
Hemîd Gewerî   Emer Sindî
Nezîr Akat   Erþed Marûf
Selam Cizîrî   Hêlîn Burkay
Mîdya Hesen   Newzad Welî
Perþeng   Serdar Omer
Þefik Kaya   Koçer Xebat
Nûrî Salih   Beþîr Beroþkî
    Mecid Elî
    Adil Dihokî

 

 
© 2001-2003 Roja Nû