Cûreyekî edebiyata bedew:
Kurteçîrok

Bi civîna Komela Nivîskarên  Kurd re -ya ku di 7`ê sibatê de ji bo danasîna sê pirtûkên nû yên endamên xwe li dar xistibû- gengeşiyeke nû li ser kurteçîrokê (novel) û romanê dest pê kir. Herweha gengeşiya li ser bikaranîna termînolojiya janrên edebiyatê jî careke dî hat rojevê.
15 sal berê jî li ser van mijaran niqaşin çêbibûn. Di niqaşkirina van mijaran de feyde heye, ji ber ku hin tişt heta nuha baş zelal nebûne yan jî di ciyên xwe de rûneniştine.
Li ser ”Kurteçîrokê” min di sala 1995`a de, di kovara Roja Nû (hejmar 85) de nivîsek weşandibû. Ji ber ku ev pirsa han îro jî di rojevê de ye, ez wê nivîsê li vir jî careke dî diweşînim.
Di van salên dawîn de, li dervayî welat, xasma li Swêdê edebîyata kurdî (kurmancî û dimilî) di warê roman û kurteçîrokê de bi awayekî şermoke û hindik be jî  hêdî-hêdî rû dide û digihîje. Heta nuha xên ji kurteçîrokên ku di kovar û rojnameyan de hatine weşandin, çend heb kitêbên kurteçîrokan û çend heb jî roman derketine. Bi vê yekê re girêdayî, bivê-nevê niqaşa "roman-novel" yan jî "romana kurt-kurteçîroka dirêj" di nav nivîskar û xwendevanên kurd de dest pê kirîye.

Herçiqas ev di edebîyata Rojavayêda ê de niqaşeke kevn e jî, lê ji bo me gelekî nû ye. Bi rastî nuha dema niqaşkirina vê pirsê ye. Loma me jî pêwîst dît ku em li vir vê niqaşê hinekî geştir bikin.

Tiştê ku ji bo edebiyata me nû ye, helbet ne tenê ji hev cihêkirina şêweyên epikê wek; roman, çîrok û kurteçîrokê ye. Pirsgirêkên din jî hene; yek ji wan pirsgirêka termînolojiyê ye. Wek nimûne: termên ku em ji bo cins û şêweyên edebî bi kar tînin hîna standard nebûne. Ango di termînolojîyê de tevlihevî û sergêjiyeke mezin heye. Mesela di maneya novelê de gotineke kivşkirî û standard hîna jî tune. Lê gelek gotin hene, wek: “Kurteçîrok”, “çivanok”, “novel”, “hikayet”, “serpêhatî”, “serborî” û hwd. Hinek ji van, di maneyên din de jî tên xebitandin. Bi ya min ji bo eynî maneyê, yek, yan jî herî zêde du navên standard hebin bes e. Gelo ji vana kîjan bêtir lêhatî ye? Ev jî pirseke niqaşê ye. Lê em ê li vira li dûv bersiva vê pirsê nekevin, ji mijara me der e; me tenê bi bîr anî...

Mijara me li vir wê kurteçîrok (novel) be. Ango kurteçîrok çi ye, çi nîne? Em ê hewl bidin ku bersiva vê pirsê di raman û şirovekirinên çend nivîskarên cîhanê yên naskirî û kesên edebîyatnas de bigerin.

 Kurteçîrok çi ye?

Kurteçîrok (novel) çi ye? Ji vê pirsê re bersiveke  yekcûreyî  tune. Di nîvê sedsala 14-an de nivîskarekî îtalî bi navê Gîovannî Boccaccîos berhevokeke kurteçîrokan derxist. Wî ji ber devê çend keç û xortan bi qasî 100 hikayetên  erotîkî û rastbînî  guhdarî kirîye û nivîsandîye. Di zimanê îtalî de ji van kurteçîrokan re “novella” hatiye gotin. (Di eslê xwe de maneya “novella”  nûçe ye). Ji wê wextê heta nuha ev pirtûka han (Decamerone) wek destpêka kurteçîrokê hatîye pejirandin.

Çawa ku ji navê wê jî dîyar e, kurteçîrok, çîroka kurt e. Baş e, madem wisa ye, wan hikayet û çîrokên kurt yên ku ji edebîyata devkî hatine berhev kirin û nivîsandin, mesela wek hin çîrokên ku di "Hezar û yek Şev" a erebîda hene, mirov dikare wek novel hisab bike? Belê, li gor edebîyatzanan mirov dikare. Ji xwe hemû cûreyên edebîyata nivîskî ji kevneşopîya zargotinê zane (dest pê kirine,  peyda bûne). Zayina kurteçîrokê jî wisa bûye. Dema çîrokbêj ji gotina çîrokan derbasî behskirina jiyana rojane bûne, hingê hunera kurteçîrokê peyda bûye. Nêmûneyeke din jî hin çîrokên îzlandî ne, ku di sedsala 13-an de hatine berhevkirin û nivîsandin. Di wan de şerên navbera kes û malbatên mezin, bûyerên mêrxasiyê, yan jî yên evînîyê hatine behskirin. Îcar maneya xwe ew e ku, kevneşopîya novelê, ji “Decamerone” ya îtalî jî kevintir e. Piştî ku  “Decamerone” belav bû, xasma li Îtalyayê û Fransayê gelek nivîskaran dane ser rêça wê.

Kurteçîrok, piştî Ronesansa Rojavayê her çû bi pêşket. Bi wextê re di form û fonksiyona kurteçîrokê de guhartin çêbûn. Lê xasima di nîvê duwemîn yê sedsala 19-an de, ji alî nivîskarê fransî Guy de Maupassant (1850-1893) û Anton Çexov`ê ûris (1860-1904) hatiye nûjenkirin û pêşxistin.

Kurteçîrokek divê çawa be?

 Dîyarkirina sînorê navbera roman û kurteçîrokê li welatên Rojavayê ji mêj de hatîye niqaşkirin û hin xusûsîyetên wan yên bingehîn hatine nîşankirin. Wek du şêweyên epîkê, roman û kurteçîrok dişêbine hevdu. Lê dîsa jî carina kişandina sînorê navbera wan ne karekî hêsan e.

Loma car heye ku eynî berhem dikare li gor hin kesan roman be, li gor hinên din novel be.

Belê novel ji romanê kurttir e, lê helbet ferq ne tenê dirêjî û kurtî ye. Pirî caran di kurteçîrokê de jimara bûyerên cûda gelekî sînorkirî ye. Gelek novel berê xwe didin ser tenê  yek bûyerekê yan jî nakokîyekê. Û galerîya kesan li gor romanê hindiktir e di novelê de. Herçiqas şêwe û metodên behskirinê di roman û novelê de wek hev bin jî, lê çawa ku di romanê de detay derdikevin pêş, di novelê de wisa zêde ji detayên biçûk re cî tune. Û taswîrkirina fireh ya dorûber û analîza fireh ya karekterê kes û lehengên wê nayê kirin. Ji aliyekî ve jî kurteçîrok dişibe dramayê, çimkî nivîskarên novelan pirî caran behsa tiştekî dramatîkî dikin û jimara kesan kêm e.

Derheq çawabûna kurteçîrokê de nivîskarên mezin wek Goethe, Edgar Allan Poe, Guy de Maupassant, Anton Çexov di wextê de raya xwe dane xuyakirin. Mesela li gor nivîskarê alman

Goethe (1749-1832), di kurteçîrokê de: “divê bûyereke sînorkirî bête dayîn û gauhartineke wisa ecaib çêbibe ku bi wê re karekterê kesan bête ronîkirin. Novel gereke li ser jiyana rojane bête bilindkirin û behsa bûyereke mezin bike.”

Guy de Maupassant hostatiya xwe bi sînorkirina çarçova çîrokê û dawîanîna wê ya gelekî bi tesîr dide xuyan. Di dawiya gelek novelên wî de xwendevan ecêbmayï dimîne û çîrok bi nişana balkêşiyê(!) temam dibe. Ji vî alî ve ew û hostayê mezin Anton Çexov gelekî ji hev dûr in. Çexov bêtir bi dawiyeke vekirî çiroka xwe diqedîne, çirok bi nîşana ramandanê (...) temam dibe. Ew ji jiyanê parçeyekî dide ku tê de ne despêk ne jî dawî heye.

Hostayên novelê Anton Çexoê ûris û Edgar Allan Poe (1809-1849) yê amerîkanî bi şîretên xwe yên li ser hunera kurteçîrokê, hetanî nuha jî ji nivîskarên kurteçirokê yên baş re rêberiyê dikin.

“Eger di beşê pêşin yê çîrokekê de, li dîwêr tifingek daliqandî be, gerek ew tifing di dawiya çîrokê de esse bê agirkirin”. Ev şîreteke hostayekî mezin yê novelê Anton Çexov e ji bo kesên ku dixwazin kurteçîrokan binivîsin.

Berî Çexov, Edgar Allan Poe dîtineke gelekî nêzîkî  vê dîtinê pêşde anîye. Li gor wî, kurteçîrok çîrokek e ku, pêwîst e mirov wê di çarçoveyeke wisa biçûk de behs bike ku têde cî tunebe ji bo gotinên vala yên ku ji bo çîrokekê ne giring in. Eger li wir, di dekorê de tiştekî bê mane hebe, divê ew derhal bigihîje encamekê berî ku çîrok biqede.

Ji nivîskarên swêdî yên naskirî Ivan Lo-Johansson jî li ser ferqeke kurteçîrok û romanê de van gotinan dibêje: “Veşartina ecemîtiyê yan jî hîleyê li gor romaneke sist, di di kurteçîrokekê de zortir û dijwartir e.”

Çavkanî:

- Världens bästa noveller i urval (Kurteçîrokên cihanê yên herî baş û bijartî), Natur och Kultur, 1978 Stockholm.

- Levande Litteratur från Gilgamesj till Bob Dylan (Wêjeya jîndar ji dewra Gilgameş heta Bob Dylan) Tore  Zotterholm, 1981.

- Litteratur orientering, Natur och Kultur, 1983 Stockholm.

-Svenskböckerna, Litteraturkunskap, 1982 Stockholm.

-K. Gariboglu, Edebiyat Bilgileri, batida ve bizde edebi akimlar, 1979, Istanbul.





 
 

 

 
© 2001-2004 Roja Nû