Kurdên Londonê li dijî vegerandina malbatên penaber dengê xwe bilind dikin  
 

Ma ez çima terorîst im?...

Mustafa TASKAN

LONDON-27/Gulan/2005
Navê min Seline ez  4 sal berê li London’ê hatim gerdunê (dinyayê).Birayê min’î mezin Yücel bi tevî malbata min  sala 1998 da   hatin London’ê. Wê demê  zarokekî berşirbu.Par, birayekî minî nuh hate jiyanê. Navê wî Can e.Em li vir ango Londonê serfiraz û bextewarbun.Lê,bextewarîya me zêde nekişand kin û kurt  bi nîvçe ma! 17.05.05 berbanga meha gulanê ez û birayên xwe bi nav xeweka şirîn û zelal da, nişkevda bi dengekî bi xof û tirs em lerizandin. Em bi vî dengî şiyar bun.Ez ketim  bin nivina,  lê ev dengê tirse berdewam dikir.Ew kesên ku, hatibun  mala me li serme da  diqîryan.Wê demê ez digiriyam, lê bavê min  ne hat min hemêz nekir.Wan merivên hêrs û çavsor derîyê mala me şikandin,  ketin mala me dê û bavê min girtin.   Ji wana yekî bi destê xwe serê dayîka min dixist.

Ez baş dizanim ku,  dayîka min tiştekî xerab nekiribu. Em bi zorê li nava cîh û nivînên me girtin û kişandin. Herdu birayên min ji digiriyan. Li ber wê, jîr û zîregiya xwe Yücel jî digiriya!

Dayîk û bavên min dixwastin  ku, berbi me bênê lê, wan merivên çavsor destê wan girêdabun  û berbî dêrî didefandin. “Wan merivan digotin em karê xwe dikin.” Me ra  gotin pêwist e ku hun herin.

Emê herine kuderê? Welatê me tune! Me ra gotin em kare xwe dikin û em balafirê siwarkirin. Ez, mecbur bum ku, listoka xwe Mr. Teddy li pey xwe bihêlim.Ji ber ku, me ra gotin ku hun nikarin tiştekî  li gel xwe bibin.Dema ku , deriyê me şikandin  katjimêr (seat) 2’ yê  sibê berbangê bû.

Dema ku,em balafirê da bûn katjimêr 7 sibê bû…Dayika min digot ku: Ingiltere welatekî xweşe  tu kes li te ra hêrs nabin ji ber ku tu kurdî. Dibe ku, dayîka min dilpaka  şaşe bû…

    Li gor Peymana  Dublin’ê “Ew welatê ku, penabera dihewîne ango xwedan malîyê li wan dike pêwiste ku, li navbera 18 meha da an wana şunda bişine an jî, berpirsiyarîya wan li hemu warê jîyanêda hilde ser xwe.” Berpirsiyar bi kiryara xwe dijê qanûnan derketine.Ger parezger (Avukat)  berê da derheqa wê çalakîya hovanê da xwedî agahdarîyê bûna, wê demê yê xwe amadê bikirina.

    Em wek civata kurd û civatên dinên wan demên dawî dizanin ku, gelek penaber tênê şandin lê çalakîyê derkirina sînoran, bi çi awayî dibe bila bibe em protesto dikin. Dema ku, malbateka nas û nizikîyên me in  em wê demê têdighêjin ango dizanin. Dîsa jî ev çalakî li nav welat da  berdewam an jî dirêjîya wan em nizanin.

    Her roj çend kes, an jî çend malbat bi vî tehrî  tênê şandin?

    Ji bo ku  zarokên din jî zêde ne çewstin û neêşin, ji bo mafên mirovan neyê  bin  pikirin. em alîkarîyê ji we dixwazin.

AMADEKAR: KOMKAR LONDON.STAR (student Action For Refugees) Tevgera  Xwendevan ji bo Penaberan, Refugee Council û gelek komiteyên penaberan.

28 Gulanê Roja paşinê katjimêr (seat) 14.00 da

Li  Meydana Trafalgar çalakiyek wê bê darxistin.

Çalekîyên me yê Rojên pêş emê li ber Home Office berdevam bikin.

   Wek tê zanîn ku, hefteya penaberan nêzik dibe ( 20-26 Hezîranê)Alîkarî û piştgirîy ku, hun nişan bidin yê, bêdengîya  hemu hemwelatî û runiştvanê  vira jî bişkêne Û her wah yê xwedî agadarî bin!…

Ji bo  zêde agahdaryê navunişana me ya  e-mail [email protected]

 
© ROJA NÛ 2000-2001