Li Stokholmê:
58-saliya Komara Mahabadê
hat pîrozkirin
Kurdên Swêdê bi þahiyeke
mezin 58 saliya Komara Kurdistanê Mehabad pîroz
kirin.
Roja 24-ê Çileyê Paþîn li
Stokholmê, li Solnahallen bi qasî 3000 kurd
kombûn û bi bernameye zengîn þahîyeke
mezin lidarxistin. Piþtî axaftinên siyasî,
hunermendên navdar wek Þivan Perwer, Nasir Rezazî,
Qadir Elyasî, Leyla Ferîqî û gelekên
din bernameyeke çandî ya gelek zengin pêþkêþ
kirin. Kurdên ji herçar parçên
Kurdistanê bi hevra û bi layîqî
ew roja pîroz bi bîr anîn. Di þevê
de gelek slogan ji bo piþtgirîya Kurdistana
baþûr hatin bilindkirin. Jin, zarok, pîr
û ciwan, endam û pêþmergeyên
xazî yên Hizbî Demokratî Kurdistan
rengekî netewî ê ciwan ku mirov zû
bi zû jibîr neke dane þahiyê.
Þahiya bîranînê bi
pêþengiya Hizbî Demokratî Kurdistanî
Îran û Hevkariya hêzên siyasî
hatibû amadekirin.