Li Stockholmê:
61-saliya Komara Kurdistan
hat pîrozkirin
STOCKHOLM-13.01/2007
Weke hersal KOMÎTA HEVKARÎ bi amadekariya
Partîya Demokrata Kurdistana Îranê salvergera
roja demezrandina Komara Kurdistanê, 2-ê rêbendanê
bi ahengeke mezin pîroz kir. Bi hezaran Kurdên Swêdê,
li paytext Swêd Stockholmê, di şahiya salvegera
61-emîn ya damezrandina Komara Kurdistanê (Mehabad)
civîyan. Di şevê da Bernameke siyasî û
kulturî ya zengîn hat pêşkêşkirin.
Piştî xwendina sirûrada netewî
"Ey reqîb" û rawestina bo rêzgirtina
şehîdan, gotarên PDK-îran, HEVKARÎ,
Buroya Hukumeta Herêma Kurdistanê, Federasyona
Komeleyên Kurdistan û nûnerên partiyên
siyasî yên swêdî û yên
din hatin pêşkeşkirin. Di hemû gotaran da piştgiriya
kurdên hemû beşên Kurdistanê ji
bo Kurdistana Başûr wek pêwîstiyeke giring,
erkekî netewî hat destnîşan kirin. Herweha
gelek gotarbêjan bal kişandin ser pêwîstiya
yekitî û yekdengiya îradeya siyasî
ya kurdan, xasima di sala 2007an da ku pirsa Kerkûkê
wek pirseke sereke û giring di rojevê da ye.
Di navbera gotarxwendinan da, ciwanên
PDK-Îran dîlanên kurdî pêşkêş
kirin. Piştî axaftinên siyasî, hunermendên navdar wek Necmeddîn
Xulamî, Qadir Elyasî, Narîn û Chopî
bernameye hunerî pêşkêş kirin. Kurdên ji herçar parçên
Kurdistanê bi hevra û bi layîqî ev roja netewî û
dîrokî pîroz kirin.