Pirtûkek windayî... hatiye dîtin!

Berhemeke neçapkirî ya Mela Xelefê Bafeyî, ku heta niha windayî dihat zanîn, van rojan hat dîtin. Pirtûk ji Kurdistanê ji mamosta Sebrî Botanî re hatiye þandin, ku hingê li Norweçê dima, lê ji ber hoyên xirab yên siyasî û teknîkî pirtûk negihîþtiye ciyê xwe. Piþtî mirina Botanî bi pênc salan, pirtûk gihîþtiye destê hunermend Beþîr Botanî (kurê mamosta Sebrî Botanî). Kek Beþîr Botanî bi dîtina vê berhema windabûyî þadibe û em jî pê kêfxweþ in, ji ber du sedeman; yek, gelek nimûneyên zargotina kurmancî tê de hatine berhevkirin û ya dudya xemxur û xîretkêþên nenas wek Mela Xelef di civata me de hebûne û niha jî hene ku bi karê berhevkirina zargotina me rabûne û radibin.  Mixabin xelk bi destxistina belgeyên kevnare yên dîrokî þa dibin, em jî bi berhemên weha ku ji ber talan û þewatê tên veþartin, kêfxweþ dibin...

Berhevoka Mela Xelef ji windabûnê xilasbûye li benda çapkirinê ye. Bêguman ew ê rojekê wek pirtûk bête çapkirin û ronahî bibîne.

Derbarî pirtûkê û berhevkarê wê Mela Xelef de Beþîr Botanî weha dibêje:

Roja 9-10-2003-yê kak Newzad Hirorî li Stockholmê pirtûkek nîşa min da, yê ku ewî  ji kak Mihemed Nezîf Mayî wergirtbû. Ez jî pir ecêbgirtî mam û di cih de hat bîra min ku berî sê salan kurdekî soran ji Nerwîcê telefona min kir û got ku seyda Ebdur-Reqîb Yûsif-î pirsa pirtûka Mela Xelefê Bafeyî kir û ew pirtûk li nik babê te bû. Min gotê ku babê min berî du salan wexer kir, pirtûkek wesan li nik wî ne bû û min bi çavê xwe jî her ne dîtiye...

Di pirtûkê de gelek dastan û çîrokên folklorî yên strankî hene.
Seyda Ebdur-reqîb Yûsif-î li ser pirtûkê wesan nivîsîye:

Defter (1)
Ji kitêbên Mela Xelef bo hêja seyda Sebrî le Nerwîc
Û di rûpela şeşê de wesan nivîsîye:
Komek ji stiranên kurdî rehmetî Mela Xelefê Bafeyî xirve kirine, kak sebrî Botanî hênaye ser îmlay nwê.

Sebrî Botanî jî li pişta wêna Mela Xelefê Bafeyî wesan nivîsî:

Şaswarê kelepûr û folklora kurdî Mela Xelefê Bafeyî li bihara sala 1993 ji vê dinyayê koç kir.

Stiranek ji vê pirtûka folklorî:

Kanî Kilê

Wey lê Kanî Kilê wey la li te wêranê Kanî Şilê
De vê sibê heçî kesê hat û şor li milê
Wey lê ez dibêm Kanî Kilê xweşzozan e
Di ser re belekê berfê ne, di bin re delavê van miyan e
Xudê xirab bikê mala Mîrze Axakê di dêra çawa ji malbata mala babê min qelandin şeş hogic û dwazde beran e
Wella na yê, na yê, na yê, na yê, na yê, na yê

Ez çi bikim Miksî xayîn e şaxa hekariya dûr e li hawar û himdada mala babê min rebena Xudê na yê
Wey lê Kanî Kilê li ber beleka, wey la li te wêranê li ber beleka
Di ser re belekê berfê ne, di bin re delavê pezkoka
De vê sibê çi qa li min xweş tê renge-renga van tifinga
De bila Xudê xirab bikê mala Mîrze Axakê di dêra çawa ji malbata mala babê min qelandin dîkê nav ordeka
Wella na yê, na yê, na yê, na yê, na yê, na yê

Ez çi bikim Miksî xayîn e şaxa hekariya dûr e li hawar û himdada mala babê min rebena Xudê na yê
Wey lê Kanî Kilê wey la li te wêranê Kanî Zêrrê
Wey la li te ser Kanî Dizê ji xopana qûna şkêrrê
Bila Xudê xirab bikê mala Mîrze Axakê di dêra çawa ji malbata mala babê min xirab kirin şêr û berşêr e
Wella na yê, na yê, na yê, na yê, na yê, na yê
Ez çi bikim Miksî xayîn e şaxa hekariya dûr e li hawar û himdada mala babê min rebena Xudê na yê

Komkirin: Mela Xelefê Bafeyî
Rênivîsa kurdî ya nû: Sebrî Botanî Têbînî: Ebdur-reqîb Yûsif

 
© 2001-2003 Roja Nû