MERASIMA ÞEHÎDÊN HEWLÊRÊ PÊKHAT

Îro (8 sibat) li paytextê Swêd Stokholmê ”MERASIMA ÞEHÎDÊN HEWLÊRÊ” pêk hat. Li salona Åsögymnasium bi qasî 1500 kes tevî merasimê bûn. Ji ber ku salona ciyê 700-800 kesî têra beþdaran nekir gelek kes li sivderê û li derva bin berfê da sekînin heta ku dor hat wan. Merasim serxwe·iyê ji bo þehîdên nemir yên liqa 2em a PDK û malbenda 3em a YNK, ku roja 1ê sibatê bi encama kiryareke terorîstî li Hewlêrê þehîd bûn, ji ali Komîteyên Swêdê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekitîtiya Nîþtimanî ya Kurdistanê hatibû amadekirin. Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û Platforma Kurd li Ewrûpa piþtgirîya herdu komîteyan kirin. Civîn bi þêweyekî gelekî bi rêk û pêk hatibû organîzekirin.

Civînê bi xwendina ”Ey Reqîb” destpêkir, bi axaftinên nûnerên pênc partiyên siyasî yên Swêd ku di parlamenê de grubên wan hene dewam kir. Ji hukumeta Swêd wezîra derva Laila Freivalds beþdarî kir û gotarek xwend. Li ser navên partiyên siyasî yên Swêd van kesana jî qisekirin:

Maud Olofsson seroka Centerparti
Ulla Hoffmann seroka Solparti,
Gunilla Carlsson parlamentera Partiya Moderat,
Ana Mari Narti parlamentera Folkparti,
Yvonne Ruwaida parlamentera Miljopartiet (kesk)
Ewa Samuelsson seroka gruba Krist Demokrat di belediya stokholmê de

Teva di axaftina xwe de mesaja piþtgirîya azadîxweziya gelê kurd kirin û ji gelê kurd re, ji malbatên þehîdan re û ji PDK û YNK re serxweþî xwestin. Gelekan ji wan gotin ku gereke pirsa kurd li gor îrada gelê kurd bê çareserkirin. Yvonne Ruwaida bêtir bi rexne berê xwe da helwesta Yekitiya Milletan (FN) û hukumeta Swêd ku qasî pêwîste li ser pirsa kurdan nasekinin. Wê got; ”eger Swêd di þûna Kurdistanê de bindest bû ya, me yê ji bo azadiya Swêd ji dinyayê destê alîkariya nexwesta, ew ê ne mafê me bûya?. Çawa mafê swêdiyan ji bo dewletekê , ji bo welatekî azad heye wisa mafê kurdan jî heye.”

Piþtî axaftina mêvanên swêdî dor hat xwendina gotaran ji alî nûnerên partî û saziyên kurda. Li ser navê nûnertiya hukumeta herêmî ya Kurdistanê li Swêd, li ser navê herdu partiyan (YNK û PDK) gotarên hevbeþ hatin xwendin. Ji partiyên beþên Kurdistanê yên dî jî, nûnerên PDK-Iran, PSK, Komela Zehmetkêþn-Iran, Yekitiya kurdên Suriyê, PLATFORMê qisekirin. Nûnerê Platformê Keya Îzol bi swêdî gotarek xwend.

Di gel muzîka þînê xwendina helbest û sirûdên þoreþgerî,  pêþkêþiya civînê gelekî bi aheng, bi rêk û pêk derbas bû. Civîn bi xwendina ”Ey reqîb” gihîþt dawî.

 
© 2001-2003 Roja Nû