Dengbêja kurd ya hezkirî Merziye Rezazî (Ferîqî) îro (18-09-2005) berbi nîvro li Stokholmê li nexweşxana Huddînge wefat kir. Do piştî ku hunermend nexweş dikeve wê dibine nexweşxanê, doktor salix didin ku newxweşiyeke sivik e, ciyê tirsê nîne, lê mêxabin îro nexweşiya wê her diçe dijwardir dibe û mudxala doktoran têrê nake,  hunermenda hêja di saet 11-a de diçe ser dilovaniya xwe. Li gor agahdariyên ku gihîştine me nexweşiya di dîaframê de bûye.

Merziye Ferîqî bi hunermend Nasir Rezazî re zewicandî bû û dayika sê zarokan bû.

Merziye Ferîqî, ji Kurdistana Rojhilat e, ji sala 1984-a ve wek penaber li Swêdê dijiya.

Îro piştî bihîstina wefata hunermendê, gelek hezkiriyên wê, nûnerên rêxistinên siyasî û çandî li hev kombûn û ji bo çêkirina civînên taziyê komîteyek saz kirin. Li gor agahdariya komîteyê cî û demên taziyeyê wek li jêrê ye:

: Restauranta Mozaik li Bradeng

Roj û saet: Roja duşemê (19.09.2005) çarşem û pêncşemê wê di navbera saetên 16.00-20.00-an de.

Em bi wefata hunermenda me ya hêja gelekî xemgîn in û ji malbata wê re, ji hezkiriyên wê û hemû gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Merziye Ferîqî wê di çanda me de, di muzîka me de her û her bijî.


 
© 2001-2005 Roja Nû