Kurdên Ewrûpayê
ji bo doz ū daxwazźn gelê kurd li Kolnź dengê xwe bilind
kirin
Bijî Kurdistan,
Bijî Hevkarî!
Mež û Mîtînga Kolnê ku bi navê HEVKARÎ
(Platforma Rêxistinên Kurdistan-Elmanya) hate kirin,
duh (13´yê Çirîya Pêžîn) bi
serfirazî pêk hat.
Bi hezaran Kurd, jin û mêr, ciwan û zarok, ji
çarkožeyê Elmanya û ji welatên der û
dorê (Ji Fransa, Hollanda, Belçîka, Ingîlîstan,
Danîmarka, Swîsre û Avusturya di vê çalakîyê
da cî girtin û deng û daxwazên Kurdan dan
bihîstin.
Mežê dema nîvro saet 12.00´da li Ebertplatzê
dest pê kir. Kortej bi ala rengîn a Kurdistanê
û pankartên jêrîn, bi Kurdî û
Almanî hatibû xemilandin. Di dema mežê da ev silogan
bi hoperloran hatine gotin û bi dengê hezaran hatine
ducarkirin.
Bijî Kurdistan, bijî hevkarî!
Em millet in, em, teref in!
Heqê çarenûsî ji bo gelê Kurd!
Bijî yekitîya Kurda!
Mafên Wekhevî!
Dibistana Kurdî, zanîngeha Kurdî!
Serbestî ji bo komele û partîyên Kurd!
Girtîyên sîyasî ra azadî!
Bila Kontrgerîlla û Jîtem bê belavkirin!
Berî çareserkirina pirsa Kurd bila Tirkîye nebe
Endamê Yekitîya Ewrûpa!
Tirkîye, destê xwe ji Kurdistana Bažûr bikžîne!
Mež di saet 14´da giha Roncallîplatz. Ev der meydana
pêž Dêra Domê ya bi nav û deng e. Li wir
mîtîngê dest pê kir. Peyama HEVKARI bi Kurdî
û Elmanî hate xwendin û mane û ehemmîyeta
mež û mîtîngê hate gotin. Pižtra Yilmaz
Çamlibel (Serokê DBP) qise kir. Mesajên pižtgirîyê
hatine xwendin, ku di nav wan da mesaja Sekriterê Gižtî
ya PSK Kemal Burkay jî hebû.
Gelek rêxistin û kesan mesajên pižtgirîyê
žandibûn. Di nav wan da: Partîya Sosyal Demokrat ya
Elmanya-SPD (bi navê Grûba Parlamenê Uta Zaps),
Partîya Keskan (bi navê Grûba Parlamenê
Volker Beck), PDS (Serokê pêvendîyên derva
Helmut Scholz), Bi navê Rêxistina Gelên Bindest
Tîlman Zülch, Cimeata Ermenî ya Elmanya hebû.
|