Li
Stokholmê:
XWEPÊÞANDANA
KURDAN
LI HEMBER SIYASETA
ÞOVENÎ YA DEWLETA SÛRÎYÊ
11.10.2003
Kurdan
îro (11-10-2003) li paytextê Swêd, Stokholmê
li pêş balyozxana Surîyê xwepeşandanek pêk anîn. Nêzîkî 400 kesî
li hemberî siyaseta şovenî ya dewleta Sûriyeyê dengê xwe bilind
kirin. Ew siyaseta ku gelê kurd li başûrê rojavayê Kurdistanê ji hemû mafên
wan yên neteweyî û demokratîk bêpar
hiştîye bi xurtî hat protestokirin.
Wek
tê zanîn li vî beşê Kurdistanê bi qasî sedhezar kurd, 41 sal berê,
di meha Oktobrê (1962) de hatin bênifûs
kirin. Siyaseta erebîkirina Kurdistana Surîyê
nuha jî tê meşandin. Nuha jî bi sedhezaran kurd li ser axa welatê
xwe, wek biyanî, bê nifûs, bê maf
dijîn. Mîtînga kurdan ji bo rûreşkirina vê siyaseta neheq û şoven bû. Bilî xwendina gotarên bi kurdî,
axaftina serokê Federasyona Kurdan û nûnerekî
Partiya Çep(v) û nameyeke piştgirîyê ji Partiya Gel (fp) bi swêdî bû.
Di
gotar û nameyan de, ji hukumeta Surîyê hat
xwestin ku dev ji siyaseta xwe ya şovenî berde û hebûna gelê kurd û
mafên wan ên neteweyî û demokratîk
nas bike. Disa hat destnîşankirin ku rejimên zordest bi zilmê nikarin emrê
xwe dirêj bikin. Pêwîst e li gor çaxa
em dê de nin, siyaseteke nû ya heqane bipejirînin.
Zû yan dereng gelê kurd wê mafên xwe
her bistîne.
Xwepêşandan ji alî van rêxistinan ve hatibû amadekirin:
Tevgera
Siyasiya Kurd li Sûriyê Komîteye
Swêdê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
- FKKS
Komîteya Hevakariya Hêzên Siyasî yên
Kurdistanê li Swêdê
Însiyatîva Kurd li Swêdê
|