Li Hollandayê kurdan plana Tirkiyê ya
dagirkirina Kurdistana Baþûr protesto kirin

Li Hollandayê platforma ku ji PSK, PDK, YNK, PDK (Îran) û rêxistinên Kurdistana Surîyê pêktê, li dijî plana Tirkiyê ya dagirkirina Kurdistana baþûr çalakiyên protesto kirin.
Li bajarê Den Haagê, bi hezaran kes beþdari meþ û mîtînga protestoyê bûn. Welatparêzê ji herçar parçên Kurdistanê di destê wan de ala rengin û bi yek dilî, yek dengî kirin qîrîn: "Bijî Azadiya Kurdistan" ‘‘No turkay no Saddam vrijheid voor Kurdistan’’ û dagirkariya dewleta tirk û dîktatoriya Saddam protesto kirin.

Mîtînga ku li ber parlamena Hollandî çêbû piþtî axavtina nûnerên KDP, PSK û YNK bi dawî hat. Meþ û mîtînga kurdan di çapemeniya Hollandayê de bi balkêþî hat qalkirin, gelek kanalên TV di bernamên nûçeyan de behsa çalakiyên protesytoyê kirin.

Sîdar/Hollanda