STOKHOLM
Kurdan xwepêþandaneke mezin pêkanîn

Roja 22ê sibatê kurdan li Stokholmê mîtîngeke mezin çêkirin. Mêr, jin, zarok, genc li meydana nav bajêr civîyan, û bi yek dengî bang kirin:

-Neman ji bo rejima Sadam ya barbar!
-Rê nedin ordiya tirk ku Kurdistana baþûr dagire!
-Bila careke din îxanet li kurdan neyê kirin
-Bijî Kurdistan!

Manîfestasyona kurdan li dijî diktatoriya Sadam û dewleta tirk ya ku haziriya dagirkirina Kurdistana Baþûr dike bi serfirazî derbasbû. Kurd li Sergelstorgê meydana mezin ya nav bajarê Stokholmê kombûn bi alayên Kurdistanê û plakat û bi sloganên jorîn xwepêþandaneke xurt nîþandan. Di xwepêþandanê de li dor hezarûpêncsed kes amadebûn.

Di vê kombûnê de wezîrê mafên mirovî û hevkariyê yê Kurdistanê Þefîq Qezazî jî amade bû û ingilizî qisekir. Nûnerên partiyên siyasî yên swêdî jî axivîn. Thomas Hammarberg (ji Navenda Palme), Ulla Hoffman (cîgira seroka Partiya Çep), Conny Fredriksson (Partiya Sosyaldemokrat) Jan Bjorklund (Partiya Gel) Gustav Frodlin (Partiya Keskan), Cleas Malmberg (Hunermend) axifîn û piþtgirîya xwe ji bo gelê kurd dîyarkirin. Herçend derbarî operasyoneke Amêrîkayê da raya teva ne yek be jî, lê li ser mafên gelê kurd, parastina Kurdistana Baþûr û Iraqeke Federatif û demokratîk raya wan miþterek bû. Herweha hemû axifevanan bi tundî êriþkariya dewleta tirk mehkûm kirin.
Conny Fredriksson bal kiþand ser ihtimala xiyaneteke Amêrîkayê û got:
- Kurdistana Iraqê bi rêvebirîya xwe bûye nimûneyek pêþketî ya demokrasiyê. Wê xiyaneteke pir mezin be eger Amêrîka rê bide ordiya Tirk ku biçin û bikevin Kurdistana Iraqê.

Li ser navê Komîta Hevkarî ya hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanî M. Sedîq Îmam, û serokê Federasyona Komelên Kurdistanê Keya Îzol jî axivîn. Hunermend Þivan Perwer bi sirûd û stranan civîn geþtir û xurtir kir. Bi vî awayî kurdên Swêdê û dostên gelê kurd careke din dengê xwe ji bo piþtgiriya gelê me bilind kirin.