|
STOKHOLM-21.04/2004- Îro li Stokholmê xwepêþandanek
ji bo bîranîn û rêzgirtina çileya
(40 rojî) þehidên Qamiþlo û
bajar û bajarokên din yên Kurdistana Suriyê
hat çêkirin. Xwepêþandan ji aliyê
Komîteya Rêxistinên Kurdistana Suriyê
hatibû organîzekirin. Nûnerên partiyên
Swêdî di axaftinên xwe de piþtgirîya
xwe ji bo gelê Kurd li Baþûrê Bicûk
nîþandan. Piþtî axaftina serokê
Federasyona Kurdan Keya Îzol, gotara Komîteya
HEVKARÎ hat xwendin. Di destpêka gotara Hevkariyê
weha dihat gotin:
" Di ser bûyerên, ku di roja 12´ê Adarê de li Qamûþlo
dest pê kirin 40 derbas bûn.
Ji wê rojê heta nuha welatparêzên
kurd li welat û li dervayî welêt, li dijî
zordestiya rejima þovenî ya Baas, gelek çalakiyên
protestyê lidar xistin. Milletê kurd, li hember
zulma sazûmana þovenî ya Baas li ser gelê
kurd li Suriyê bê deng nema. Wê ji vir þûnda
jî bêdeng nemîne.
Kombûna we îro li vir, li vê meydanê,
yek ji wan çalakiyan e! Dest û piyên we
sax! Hûn hemû bi xêr hatine."
Di gotarê de hat destniþankirin ku sedemê destpêkirina wan
bûyeran, ne maçeke fotbolê ye, çawa ku serwerên dewleta Suriyê
dibêjin. Sedemê bingehî siyaseta zulmê û zordestiye ye ku
rejima Baas li hember gelê Kurd dimeþîne. Di gotarê de rewþa
gelê kurd li vî parçê welatê me bi kurtî hat behskirin. Di
berdewamiya gotarê de ev dîtin hatin pêþkêþkirin:
"Dewletên mintiqê ji destkevtiyên milletê Kurd li
Kurdistana Baþûr ditirsin, û li dijî guherandinên erênî yê
li herêmê dixwazin provakasyonan bikin. Lê rejimên zordest
û totalîter nikarin heta-hetayê li ser piyan bimînin. Tirsa
wan bêfeyde ye. Ew gerek e xwe biguhrînin, ji maf û azadiyên
gel û neteweyên din re hurmet bikin. Li Suriyê Rejima Baas
jî divê mafên kurdan nas bike. Kurd û ereb dikarin di azadî
û wekhevîyê de li ba hev bijîn, wek cîran wek bira. Lê eger
ew dibêjin na, kurd jî koletiyê qebûl nakin û wê li çara serê
xwe bigerin.
Temînata serkevtinê, bidestxistina azadiyê,
yekitiya kurdan e. Em hêvîdar in yekitiya hêzên
siyasî û hemû gelê me yê vî
parçeyî xurtir bibe. "
|
|