Li Stokholmê:
Bi
hezaran kes ji bo referandûma bo serxwebûna Kurdistanê meþiyan
Bi amadekariya Komîteya Referandûmê bo serxwebûna Kurdistanê, îro (21 sibatê 2004) li paytextê Swêd Stokholmê xwepêþandanek
çêbû.
Meþê ji meydana nav bajêr (sergelstorg) destpêkir ber
bi sefareta Amerîkayê birêket. Li ser pêwîstiya sazkirina
referandûmekê, bi zimanê kurdî, swêdî û îngîlîzî hat qisekirin.
Nûnerên partiyên swêdî piþtgirîyeke temam dan daxwaza kurdan
ji bo refarendûmeke
ku ji alîyê NY(Neteweyên Yekbûyî)
(FN) li Kurdistana baþûr bête sazkirin. Rêvebirin çalakiyê
di axaftinên xwe de ji partiyên siyasî yên Swêd, ji
sendîka û saziyên demokratîk û ji gelê Swêdê bi tevayî piþtgirî
xwestin ji bo pêkanîna referandûmekê li Kurdistana baþûr.
Hunermend Nasir Rezazî, Merziye Ferîqî, Leyla Ferîqî û hindekên dî sirûd
û stranên welatperwerî pêþkêþkirin Ji aliyê komîteyê ve li
meydana kombûnê îmzayên piþtgiriyê hatin komkirin. Li ber
sefareta Amerîkayê daxwaznama komîtê bi zimanê ingîlîzî hat
xwendin, slogan ji bo azadiya Kurdistanê û referandûmeke demokratîk
hatin bangkirin. Þandeyekê nama komîteyê birin sefareta Amerîkayê.
Çalakiya kurdan bi awayekî gelekî bi rêk û pêk gihîþt dawiyê.
Polêsê swêdî ji beþdarên çalakiyê re sipasiyên xwe pêþkþêkir
ku bê teþqele û problem çalakiyeke mezin gihandin dawî. Ji
rûçkên beþdaran ku bi saetan di bin sermayê de sekinîbûn,
tenê dilxweþî û razîbûneke eþkere xuya dikir çimkî wan îro
erkekî welatparêziyê pêkanîbûn... Wan careke dî dan
xuyakirin ku kurd þiyar in û ji bo daxwazên xwe
yên neteweyî li ser piyan in...
|