|
Li
Stokholmê li dor 5000 kurdîstanî beþdarî
pîrozkirina cejna Newrozê bûn:
NEWROZA KERKÛKÊ
STOKHOLM-20/03/2005-Kurdên Stokholmê û derdorê wê li salona
mezin ya Solnayê cejna xwe ya netewî bi coþ û þayiyeke mezin
pîroz kirin.Cejna Newrozê, ya îsal bi navê "Newroza Kerkûkê"
û bi hevkariya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û
Komela Dostên Kerkûkê hatibû organîzekrin. Kurdên ji çar aliyê
Kurdistanê bi hestekî xurt, bi þewq û hêvîyeke mezin sersala
xwe pîroz kirin. Deng û basên ku ji baþûrê welat dihatin bi
xwe ra hêvî dilxweþîyên nû dianîn. Berpirsên hukumeta herêma
Kurdistana Baþûr, Komîteya Hevkarî, Federasyona Kurdan, Platforma
Kurdên Ewrûpa, Komeleya Dostên Kerkûkê û yên din
di axiftinên xwe de pêþketina di warê sîyasî û civakî de li
ser rola hevkariya hêzên netewî sekinîn û xasima hevkariya
herdu partiyên sereke YNK û PDKê pesinandin.
Sefîrê Iraqê birêz Ehmed Bamernî jî beþdarî þahiya Newrozê
bû û heta nîvê þevê di nav hevwelatiyên xwe de cejna Newrozê
pîroz kir.Wek her car swêdiyên dostên kurdan, nûnerên partiyên
siyasî yên swêdî li wir amade bûn, piþtgirî û dostaniya xwe
nîþan dan.
Bi bêþdariya hunermendan wek; Ejder, Ayad, Rojîn, Pirseng,
M. Raûf Akrayî û Azad Feqe, bernameyeke çandî ya zengîn hat
pêþkêþkirin.
|
|