Newroza
2007 a bi şahiyeke mezin hat pîrozkirin
STOCKHOLM-17-03/2007-
Bi hezaran kurdên Stockholmê û derdorê wê îsal dîsa Newroza
xwe bi hevre pîroz kirin. Şahiya Newrozê, ku ji alî
Federasyona Komeleyên Kurdistan hat amadekirin, bi rawestina
rêzgirtinê ji bo şehîdan destpê kir û bi xwendina gotarên
siyasî û silavnameyên pîrozbahiyê dewam kir. Piştî
gotara li ser navê Federasyonê ku ji alî seroka Federasyonê
Şermîn Bozarslanê ve hat xwendin, nûnerê Komîta Hevkarî
ya Hêzên Siyasî û nûnerên Partiyên siyasî yên swêdî gotar
xwendin û piştgiriya xwe nîşdan.
Hunermendê kurd ê mezin
û hezkirî Şivan Perwer, Qaderê Elyasî, Narîn, Aras
û hunermendê hîp_hopa kurdî Riza Iam bernameyeke muzîk ya
xweş pêşkêşî gudarên xwe kirin. Îsal tiştekî
balkêş bû ku bi jimareke mezin ciwan tevli şahiyê
bûbûn.
|
|
|
|
|
KOMKAR-Swêdê
wek her sal bi pirtûkên kurdî, alayên
Kurdistanê û CDyën muzîkê
reng da şahiya Newrozê... |
|
|
|