 .jpg)
STOKHOLM 19-03/2004- Îro li Stokholmê
þahiyeke Newrozê ya xas ji bo zarokan hat lidarxistin.
Ev cara yekemîn e kurdên Stokholmê þahiyeke
newrozê ya taybeti ji bo zarokan çêdikin.
Aheng bi hevkariya Federasyona Komelên Kurdistan û
mamosteyên kurdî yên belediya Stokholmê
hatibû organîzekirin. Herçend ev cara yekê
bû jî, beþdariyeke mezin pêkhatibû,
gelek dê û bavan zarokên xwe anîbûn
þahiyê. Di salona mezin de þûna rûniþtinê
nemabû, gelek kesan li ser piyan bername temaþekirin.
Serokê Federasyona Komelên Kurdistanê Keya Îzol û perpirsiyara
grûba mamosteyên kurd Nazê Xan silavên xêrhatinê li mêvanan
kirin û ji bo ku tradisyoneke weha li Stokholmê bi cî bibe
dehwa piþtgirîyê li dê û bavan kirin û xweþhaliya mamosteyên
kurdî ji bo beþdariya wan anîn zimên. Piþtî ku tîpên cuda-cuda
yên stran û govendê hunerên xwe pêþkêþ kirin û di salonê de
li zarokan þîranî û vexwarin hat belavkirin. Hunermenda hezkirî
Leyla Ferîqî jî ji bo zarokan û dêûbavên wan çend goranî gotin.
Þahiya Newroza biçûkan temam bû, vê carê li derva (her li
taxa Tensta ku hersal agirê Newrozê lê tê vêxistin) li çolê
li dor agirê Newrozê kombûn û pîrozkirina cejna Newrozê domandin.
|