sss

Operasyonek li dijî
HAK-PARê!

Li gor dazaneke Navenda Giştî ya HAK-PARê di şeva 12ê hezîranê da polêsan li Diyarbekirê avêtine ser malên endam û serwerên partiya HAK-PARê. Di vê operasyonê da bi dehan kes hatine girtin. Polêsan, ji nîvê şevê heta serê sibê malên wan wek qereqol bi kar anine, dest danîne ser pirtûk, nivîs û tiştên wan ên arizî.

HAK-PAR di 12ê sibata sala 2002 da hat avakirin, partiyeke legal e ya ku ji bo çareserkirina  pirsa kurdî û demokratîzekirina Tirkîyê pêşniyazan dike û ji bo li hev komkirin û xurtkirina tevgera kurdî dixebite. Serokê wê Abdulmelîk Firat, bi salan di parlamentoya Tirkîyê da parlamenterî kirîye. Tenê mehek di ser avakirina vê partiyê re derbas bûbû, dadgeha qanûna esasî (Anayasa Mahkemesi) ji bo girtina wê dehwa vekir. Niha jî, ku hê ew dehwa negihîştiye encamekê, ev operasyona hat kirin. Polêsên Diyarbekirê bê destûr û kaxeza dadgehê endam û serwerên wê girtine û li wan zulm û îşkencê dike. Ev bûyer careke din dide nîşandan ku li Tirkiyê tu tiştek nehatiye guhartin, dewlet dev ji zulm û zordestiya ser kurdan bernade, bi biryara bêdengkirin û fetisandina gelê kurd hereket dike. Lê, serwerên HAK-PARê di dazana xwe da dîyar dikin ku HAK-PAR wê bi berxwedaneke xurt li hember zordestîyê bisekine û di riya xwe da bimeþe heta bigihihîje armanc û daxwazên xwe yên heq û rewa.

Navên kesên ku hatine girtin (yên ku heta niha em pê agahdar bûne) ev in:

1- Bayram Bozyel, cîgirê serokê HAKPAR

2- Sait Bozyel (brayê Bayram Bozyel)

3- Umit Tektas (yek ji danêrên HAK-PARê ye)

4- Mehmet Eren, (Endamekî rêvebirîya HAK-PARa Diyarbakirê)

5- Kemal Aras, (Endamekî rêvebirîya HAK-PARa Diyarbakirê)

6- Naci Eren, endam

7- Suphi Ekinci, endam

8- Ramazan Eren endam

9- Hakan Karaaslan, endam

10- Paşa Akdogan, endam

11- Zana Budak, endam

12- Şergir Budak, endam

13- Evîn Sitki, endam

14- Ömer Maylav, endam

15- Emîne Tantakin, endam

16- Haydar Firat, di Muduriyeta Tendurustiyê da karmend e.

Dazana KOMKAR-Swêdê

Ji bo piştigiriya kesên girtî KOMKAR-Swêdê bi nameyekê, ji kes û dezgehên demokratîk û mirovî daxwaza piştgiryê kir. KOMKAR-Swêd di nama xwe da dide diyarkirin ku Diyarbekir di nav Navça Îdara Awarte (Olaganüstü Hal) da ye, xasima ji ber hindê jî girtîyên kurd dikarin bên îşkencekirin an jî kuştin. Di nameyê da tê daxwazkirin ku herkes li cem xwe ji hukumeta tirk re an jî sefareta tirk ra nameyên protestoyê bişînin. KOMKARê name ji hemû rojnameyên mezin, partiyên siyasî, parlamenterên Yekitiya Ewropa yên swêdî û sendîkayan re şand û herweha bala raya giþtî ya kurd jî kiþand ser zordestiya dewleta tirk li hember HAKPARê. KOMKAR wê di vî warî da xebatên xwe bidomîne.