Tirk wê eskerên xwe rênekin Iraqê

Piþtî ku hukumeta awerte ya Iraqê bi gişti û serwerên kurd jî bi taybetî li dijî şandina eskerên Tirk bo Iraqê nerazîbûna xwe dan xuyakirin, DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amêrîka) destûr neda Tirkîyê ku eskerên xwe bişîne Iraqê. Hukumeta tirk neçar ma ku biryara xwe ya þandina eskeran paþda hilde. Bi vî awayî xetera şerekî bi tirkan ra ji holê rabû. Wezîrê derva yê Iraqê Hişyar Zebarî razîbûna xwe ya ji vê biryarê ji bo ajansa Reuterê ravekir. Rojnameyên navdar yên cîhanê pêþîlêgirtina ordiya tirk wek pêþketineke gelekî erênî pejirandin.

Herçend ji ber zext û biryardariya kurdan û ereban rê li ber eskerên tirk hatiye girtin jî, hukumeta tirk û medya tirkî dîsan jî li hember destkeftiyên kurdan li baþûrê Kurdistanê bi kîn û boxz in. Dewleta tirk bi dek dolavan dixwaze tevliheviyan derxe. Ew bûyera dawî (þerê ser sînorê navbera Kurdistana Başûr û bakûr da )careke din vê rastiyê radixe ber çavan. Li gor serwerên tirk û medya tirkî yên ku kemîn danîne pêþiya eskerên Kurdistanê merivên PKK-KADEK in. Lê hukumeta kurdan û amerîkî nabêjin ku ew êriþkar PKK-KADEKî ne. Û medya PKK jî heta niha ew iddiaya tirkan rast dernexistine. Xuya ye dewleta tirk raste-rast hêzên xwe yên terorê bi kar tîne...

Wisa diyare ku dewleta tirk "ji baranê direve wê bikeve bin zîpikê". Yan jî bi gotineke pêþiyan ya din: "Çû karê (qezencê), bizin da bi karê) ev e pêþeroja wan ya nêzîk...

 

 
© 2001-2003 Roja Nû