
”Pêþangeha pirtûkên kurdî
ya duwemîn” pêkhat. Pîroz
be!
Di navbera rojên 28-30-yê Gulanê de li
bajarê Kolnê pêþangeha pirtûkên kurdî hatibû vekirin. Li dor
deh weþanxaneyên kurdî tê de beþdar bûn. Her yekî ji wan,
her pirtûkeke xwe wek kevirekî dîwarê avahiyeke pîroz, wek
kevirê xîmê sûreke mezin ya qelayeke ziman û çanda kurdî anîbûn
wir û nîþandan. Wana wê bi hevra ew sûra mezin avabikirana.
Û kirin jî! Bi rik û inyat! Bi hêvî û berxwedan! Dost
pê dilþa, dijmin pê dilreþ bûn.
Di nava van sê rojan de, gelek çalakiyên
manedar û hêja pêkhatin. Semîner, xwendina helbestan,
îmzekirina pirtûkan ji aliyê nivîskaran ve, pêþkêþkirina xelatên
KOMKARê ji weþanxanên kurd re û gelek tiþtên din..
Xwezî îmkanên ragihandina bi riya TV hebûya, da ew dîmen,
ew gotin, ew ked, ew xizne, ew hezkirin û evîna ji bo ziman
û çanda bindest û birîndar nîþanî sedhezaran bida!..
Lê kanê?
Bi rastî, KOMKARê digel weþanxane
û rewþenbîrên kurdan çalakiyeke kulturî (û siyasî)
ya hêja pêkanîbûn, lê mixabin, kêm ji kurdan pê haydar bûn.
Çi li Almanya çi jî li hundurê welêt, gelê me bi piranî ji
xebat û hewldanên weha yên rewþenbîr, nivîskar, weþanxane
û saziyên kurda agadar nabe. Heyf û mixabin.
Ev cara duwemîn bû ku li Almanyayê pêþangeha pirtûkên kurdî
hatibû vekirin. Par hewldanên dîplomatîk yên sefaretxana
tirkan ji bo qedexekirina pêþangehê feyda nedabû wan, lewma
îsal berdestkên xwe ”apocî” þandibûn ku pêþangehê belav bikin.
Di qirka wan da ma!
Mala KOMKARê ava! Destê nivîskarên
me, weþanxaneyên me û hemû xemxur û zehmetkêþên ziman û çanda
kurdî xweþ be! Wan li Kolnê bi hevra çalakiyeke
hêja li darxistin. Pîroz be!
|