Ji
bo bîranîna wezîra derva ya Swêdê
Anna Lindh
Li
paytext Stokholmê, ji bo bîranîna Anna
Lindh, peykerekî ji cam çêkirî,
yê ku sê m. bilind û 500 kilo giran hat
danîn.
Anna Lindh par di roja 10-ê Îlonê
de Stokholmê di maxazekê de ji alî êrişkarekî ve bi derbên
kêrê hatibû kuştin. Mirina wezîra derva
Anna Lindh gelê Swêdê tevde xist nav êş û xemginîyeke mezin.
Anna Lîndh 46 salî û zewicî bû,
dayika du zarokan bû. Ew siyasetmedareke mezin bû
ku, ne tenê li Swêdê her wisa di warê
navneteweyî de jî xwedîyê roleke
berbiçav bû.
Bi mirina Lindh gelê Kurd jî dosteke xwe ya
hêja windakiribû. Lindhê dijî siyaseta
dewleta Tirk ya li hember gelê Kurd gelek caran rexneyên
giring dikirin. Wê ji aliyekê ve piştgirî dida daxwaza Tirkiyê
bo endametiya YE, lê eynî wextê de ji
Tirkiyê aşkere digot gereke Tirkîye
siyaseta zordestî û neheqiyê berde, riya
demokrasiye bide ber xwe ji bo ku bikaribe bibe endam. Herwisa
bi tundî li dijî planên dagirkeriya Tirkiyê
ser Kurdistana Başûr sekinî. Helwesta
Lîndh û ya serokwezîrê Swêd
Persson di warê navneteweyî de tesîreke
başkir. Lîndh piştgireke gelê Kurd ya giring
bû. Mirina wê ne tenê ji bo gelê
wê, lê ji bo gelê me jî ziyaneke
pir mezin e. Gelê kurd dosteke xwe ya hêja winda
kir. Em wê di salvegera roja mirina wê de bi
rêz bibîrtînin.