Peymana nû ya PDK û YNK hêviya gelê kurd xurtir dike

PDK û YNK di rojên 7 û 8-ê îlona 2002 de bi amadebûna serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî û sekreterê giþtî yê Yekîtî Niþtimanî Kurdistan Celal Talabanî li Selahedîn civiyan. Piþtî du rojên hevdîtinê, herdu partiyan peymaneke nû û dîrokî imze kirin. Serokatiya herdu partiyan bi hev re daxuyaniyeke miþterek jî belavkirin. Di wê da tê diyarkirin ku parlamenterên herdu aliyan wê di 4ê meha 11a da dîsa li Hewlêrê kom bibin, ango yekbûna meclîsa Kurdistanê wê pêkbê û dubendî ji holê rabe. Çawa ku dazana wan da jî tê gotin, biryarên vê peymanê hêvî û baweriya gelê kurd berbi rojên pêþ xurttir dike.
Peyman ji alîyê welatparêzên kurd yên li hemû beþên Kurdistanê û li çaralî dinyayê bi dilxweþî hat pêþewazîkirin. Ji herdu partiyan ra bi hezaran mesajên pîrozkirinê, silavnameyên dilxweþiyê tên þandin.