|
|
27/04/2003
Kurdên li Stokholmê hilweþandina sazûmana dîktatorî
ya Saddam û rizgarkirina çend bajarên Kurdistanê yên baþûr,
Kerkûk, Xanekîn, Mûsil û yên dinê bi destê hêzên pêþmergeyên
Kurd, bi þahîyeke mezin pîroz kirin. Roja 26ê Nîsanê li meydana
nav bajêr Sergelstorgê bi qasî 2000 kurd li hev kom bûn û
bi reqs û muzîk þabûna xwe anîn der. Meydana SERGELSTORG ku
bîst salên dawîn da ji bo Kurdan salê çend caran dibû
meydana xwepêþandinên li dijî zilm û zordestiya ser
gelê kurd (wek qetliama Helebcê û.h.w.d.) vê care bû meydana
pîrozkirina pêþketin û serfiraziyeke dîrokî.
Xwepêþandanê bi axaftineke kurt ya serokê Federasyona
Komeleyên Kurdistan Keya Îzol dest pê kir, dûra þahiyê b i
muzîk û govendê bi saetan domand.
Komîteya Hevbeþ ya ku wek komîteyeke krîzê ji bo piþtgiriya
Kurdistana baþûr hatiye sazkirin, vê carê xwepêþandaneke þahî
û kêfweþiyê organîzekiribû. wekî tê zanîn
Komîteya Hevbeþ, ji nûnerên Komîta Hevkarîya Hêzên Siyasî
yên Kurd û Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Platforma
Kurdên Ewropa, Yekitîya Jinan, Yekitiya Ciwanan pêktê. Þahiya
pirozkirinê b i serfirazî derbas bû.
|
|