Pirtûkên nivîskar Mehmet Bayrak dîsa hatin komkirin

Pirtûkên lêkoliner û nivîskar Mehmet Bayrak ên bi navê “Kürt Müzigi, Danslari ve Þarkilari” (Mûzik, dans û stranên kurdî) û “Geçmiþten Günümüze Kürt Kadini” (Ji berê heta roja me jina kurd) ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve hatin komkirin.

Di biryara komkirinê ya DGM ya Enqerê de tê îdîa kirin, ku di van pirtûkan de propaganda nivîskî ji bo xirabkirina "Yekitîya Komara Tirkiye ya bi welat û netewa xwe ve nayê parçekirin" heye.

Nivîskar Mehmet Bayrak di sala 1993a de jî ji ber hin berhemên xwe hatibû mehkemekirin, û seba vê yekê nivîskar serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû. Tirkiye ji ber van dozan bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê du meh berê 11000 Euro tazmînat dabû Bayrak.