Li Stokholmê:
Komcivîna Komîta Bilind ya Refarandûmê çêbû

Komîta Bilind ya Refarandûmê- beþê Swêd- di roja 22 Çileya Paþîn de li Stokholmê komcivîna xwe çêkir. Endamekî Komîtê axftina vekirina komcivînê pêþkêþ kir. Li ser armancên tevgera referandûmê û çalakiyên wê agahdarî hatin dayin.

Di civînê da bilî endamên komîtê bi xwe, nûnerên gelek partiyên Kurdistanê û yên swêdî jî beþdar bûn. Nûnerên PDK (baþûr), YNK gotar xwendin û mesaja PSK jî hat xwendin. Parlamenterên swêdî, Ana Maria Narti ji Partiya Liberalan (fp) û Yvonne Ruwaida Partiya Kesk û Fredrik Malm serokê rêxistina ciwanên Liberal ya FP gotar xwendin. Di gotarên hemû partiyan de giringiya însiyatîfên sivîl wek komîta Refarandûmê hat destnîþankirin. Ana Maria Narti ji komîteya referandûmê daxwaz kir ku ew lista milyonek û hevsed hezar dengên ji bo Yekitiya Milletan (YM) hatibûn pêþkêþkirin, bidin hemû hukumetên Ewropayê. Wê got Yekitiya Ewropayê hêzeke mezin e, zor bidin Yekitiya Ewropayê ji bo li hember pirsa kurd bê helwest nebin. Ez bi xwe wek nefereka doza heq ya kurdan dibînim. Pêwistiya me bi zanînê heye, em çiqas zêde li ser pirsa kurdan agahdarkirî bin, þareza bin ewqas pir dikarin bibin alîkar.

 

 
© 2001-2003 Roja Nû