.jpg)
Stokholm:
Federasyona Komeleyên
Kurdistanê li Swêdê
li ser pirsa asîmîlasyonê semîrerek li dar xist
Stokholm-25.09.2005-
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi fikra "Kurd
ji bo ku xwe û zimanê xwe biparêzin divê li hember asîmîlasyonê
rawestin" semînerek li darxist. Berpirsên weþanxaneyên
kurdî, Alî Ciftçî-APEC, Haluk Ozturk -ROJA NÛ û Zeynel Abîdin
Zinar-PENCÎNAR û nivîskar Kamran Haco pirsa asîmîlasyonê
axifîn û bersivên pirsên guhdaran dan.
Ji ber ku beþdarên
swêdî jî amadebûn, civîn bi
swêdî hat meþandin, axaftinên bi
kurdî bi wergerandina swêdî hatin pêþkêþkirin.
Di destpêkê de Haluk Oztur bi kurtî qala
siyaseta asîmîlasyonê ya dewleta tirk
kir û ew wek jenosîta ziman û çanda
kurdî bi nav kir.
Xwedî
û berpirsê APEC Alî Çîftçî
xetera asîmîlasyonê û alozbûna
rewþa zimanê kurdî di van salên
dawîn de, ji serpêhatiyên gera xwe ya
li welêt bi nimûneyan da xuyakirin. Çîftçî
li ser xebata kêrhatî ya weþanxana xwe
û weþanxaneyên kurdan ên din got
ku berê zimanê axaftinê gelekî jîndar
bû lê lîteratura nivîskî gelekî
kêm bû, lê îro êdî pirtûkên
kurdî gelek in lê xwendevan kêm in.
Weþanger
û berhevkarê folklora kurmancî, berpirsê
weþanxana Pencînar Z. Abidîn Zinar ku
bi xwe di warê berhevkirina edebiyata devkî,
çîrok, fabil, mamik û h.w.d xebateke
hêja kiriye, li ser pêwîstiya berhevkirin,
zanîn û parastina çîrokên
kurdî sekinî. Wî got klasîkên
kurdî û berhemên zargotina kurmancî
xezineyeke mezin e, divê rewþenbîr, nivîskar
wê baþ nas bikin û li dijî asîmîlasyonê
bi kar bînin.
Nivîskar Kamran
Haco jî îþaret bi xetera asîmîlasyonê kir û got ez jî çûm
min dît li bakurê Kurdistanê kurd bi zimanê tirkî qise dikin,
lê li Kurdistana Suriyê axaftina bi zimanê erebî di mal
de wek eyb û þermeke mezin tê dîtin. Haco got ku bilî xetera
asîmîlasyonê, pirbûna zaravayên kurdî ku her yekê di xeta
xwe de berepêþ diçe, tunebûna zimanekî hevbeþ ango nebûna
zimanê netewî ê standard wek xetereke mezin e li pêþ kurdan.
Di encamê de çi semînervan çi jî guhdarên ku raya xwe pêþkêþ
kirin, li ser hemfikir bûn ku çareseriya pirsê siyasî ye,
lê heta roja çareserikina siyasî jî gelek erkên giring hene
ku dikevin ser milê rêxistin, dezge û kesên kurd, gereke
bi cî bînin.
Di civîna ku
li Muzeya Etnografîk (Etnografiska Museum) du saet û nîvan
dewam kir, mixabin hejmara beþdaran kêm bû. Berpirsê Weþanxana
Roja Nû Haluk Ozturk ji seroka Federasyonê Bozarslan re
pêþniyar kir ku Federasyon ji bo balkiþandina raya giþtî
li ser pirsa helandina zimanê kurdî civîneke navnetewî re
mazûvaniyê bike, pirsê bi çalakiyên mezintir bîne rojevê.