Di
edebiyata klasîk
û folklora kurdî
de huner
Nivîskar-lêkolîner M.E. Bozarslan roja yekþema 09.04.2006a, li Stokholmê li ser babeta ”Di edebiyata klasîk û folklora kurdî de huner” semînerek da.
Civîna ku ji alî Federasyona Komeleyên Kurdistan ve hatibû amadekirin, ji alî hejmara beþdaran
ve qels bû.
Jimara guhdaran belkî bi qasî jimara
þagirtên dersxaneyeke
dibistanê bûn, lê eger maomsta
bi rastî hosta be û þagirt
jî bi hezkirin û bi tîbûna xwe ya
ji zanistê
re amade bin ew
dersxane dibe
dersxana herî mezin
û kêrhatî… Roja
yekþemê li lokala ABF mamosteyekî weha û þagirtên weha civîyabûn,
li ser edebiyat,
folklor û hunera kurdî qise dikirin.
Xwezî bêtir
kes beþdarbûna, jê sûd û kêfxweþî
wergirtana… Xwezî
ji Bozarslan re
îmkan û mecalên
wek TV, yan jî
zanîngehên kurdî
hebûna ku wî
bi zarê xwe
yê þîrîn, zanîna
xwe ya
kûr û berfireh
berê xwe bida hezaran,
sedhezaran kesên
kurd û behsa dewlemendiya kultura
me ya bindest
bikira…
Mamosta Bozarslanê ku
di warê edebiyata
klasîk û folklora kurdî de xebatên giranbuha kirîye û dike, mizginîyek nû da guhdarên xwe: ew
ê lêkolîna xwe
”Di edebiyata klasîk û folklora kurdî de huner” wek pirtûkekê
derxîne û pêþkêþî
xwendevanan bike. Siheta te xweþ mamostayê hêja, tu her bijî!
|