Kurdên
Swêdê Anna Lîndh bi bîr anîn
Rêxistin
û saziyên Kurdan
roja
18ê Îlonê li Stokholmê di dêra
Adolf Fredrîk Kyrkan de seramoniyeke bîranîn
û wefadariyê çêkirin.
Di civînê de nêzîkî
200 kesî amade bûn. Wezîrê mafên
mirovî û hevkariyê yê Kurdistanê
Sefîq Qezaz û wezîrê Tendurustiyê
ê Swêdê Morgan
Johansson, jî
amade bûn û gotar xwendin. Li ser navê
rêxistin û saziyên amadekar serokê
Federasyona Komelên Kurdistanê Keya Îzol
bi swêdî û Dara
Ahmad
bi kurdî derbarî Anna Lîndh û helwesta
wê ya mirovane û internasyonalîst qise
kirin. Wefadariya gelê kurd ji xatuna hezkirî
Anna Lîndh re diyar kirin.
Civîna
bîranînê ji alî van rêxistin
û dezgehên kurdî ve hatibû amadekirin:
KRG
(Nûnertiya Hukumeta Kurdistanê ya Herêmî
-li Bakurê Ewropayê)
Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî
yên Kurdistanê li Swêdê
Insiyatîfa Kurd li Swêdê
Platforma Kurdên Ewropa
Weqfa Pirtûkxana Kurdî
Federasyona Komelên Kurd li Swêdê
Yekitiya jinên Kurdistanê
Yekitîya Ciwanên Kurd