London
M. Sedîk Îmam,Keya Îzol, Taha Berwarî û Burhan Hebîb digel sefîrê Amêrîkayê li Stokholmê Charles A. Heimbold

Tevgera dîplomatên kurd li Ewropayê

   

12/05/2003

Dîplomatên kurd ji bo spasîkirinê seredana balyozxanên Amêrîka û Îngilîstanê dikin

Heyetên diplomatîk yên ser navê Komiteyên Hevkari yên partiyên Kurdistanî, seredana balyozxanên Amêrîka û îngiliz dikin ji bona ku razîbûn û spasiyên xwe pêþkêþî hukumatên van dewletan bikin ji ber siyaseta wan a niha derbarî Kurdistana Baþûr da.
Hefteya çûyî roja çarþemê (7ê gulanê), li Londonê heyetek ser nave Komîta Kurdistanî ku ya ji heyþt partiyên siyasî ên Kurdistanê pêkhatiye, seredana balyozxana Amerîkî kirin. Heyeta ku ji nûnerên Partî Demokratî Kurdistan, Partiya Sosyalîst a Kurdistan, Yekitîya Niþtimanî Kurdistan û Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistana Iraqê beþdarî kiribûn, nameyek ji bo gihandina wezerata derva ya Amêrîka bi dest dan sekreterê yekemîn yê Balyozxanê Ethan Goldrich. Goldrich jî spasî heyeta kurd kir ku wan peyama piþtgiriyê ji bo hukumeta wî anîne û pêþewaziyeke germ nîþanî heyeta kurd da. Roja 28ê insanê dîsan heyetek ser nave heþt partiyên Kurdistanê ku di nêv da nûnerê PSK û PDK-Îran jî hebûn nameyek bi dest birin dan serokwezîr Tony Blair. Di nameyê daxwaza alikariyê hukumeta îngiliz ji bo çareserkirineke bingehî ya pirsa kurd kiribûn.

Dîsan di roja 7ê gulanê li paytextê Swêd Stokholmê jî heyeteke diplomatîk, seredana balyozxanên Îngilistanê û Amêrîkayê kirin. Sefîrên herdu balyozxanan razîbûna xwe ji bo seredana heyeta kurdan dan diyar kirin û bi germî pêþewazî li wan kirin. Sefîrê Amêrîkayê Charles A. Heimbold, Jr. û çar karmendên bilind ên balyozxanê pêþewazîyeke germ li li heyeta Kurd kirin ku ji nûnerên (KRG) hukumeta Kurdistanê ya herêmî Taha Berwarî û Burhan Hebîb, herweha nûnerê HEVKARÎ ya hêzên siyasî M. Sedîk Îmam û serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Keya Îzol pêkhatibû. Heyeta kurd çelengek gul dan destê sefîr û razîbûna gelê kurd ji rewþa nû ya peydabûyî û helwesta hukumeta amerîkî diyar kirin. Hevdîtinê bi qasî saetekê dom kir. Li ser daxwaza Sefîr wan bi hevra wêneyek kiþandin. Herdu alî jî bi vê seredanê gelekî dilxweþ man.

 
© 2001-2003 Roja Nû