Yekitiya Komeleyên Kurdistanê KOMKARê, îsal li ser Tevgera Netewî ya Þêx Seîd li gelek bajarên Almanyayê civîn û konferans amadekirin. Lêkolîner û nivîskarên kurd Mehmet Bayrak, Alî Haydar Koç û Osman Aydin, li ser Berxwedana kurdan ya sala 1925-an konferans dan.

Heta niha li çar bajaran; Bremen, Koln, Manheim û Hamburgê konferans hatin li dar xistin. Hersê lêkolînerên hêja, Kurdistana 80 sal berê bi rewþa wê ya siyasî û civakî careke dî derxistin ber ronahiyê. Wan, taybetiyên vê berxwedana kurdan bi awayekî objektîv û zanistî ravekirin. Têz û derewên tarîxa resmî ya dewleta tirk careke dî pûç û vala derxistin. Hersêkan dan xuyakirin ku dewleta tirk ji berê de propagandên derewîn dike. Li gor îddiayên tarîxa resmî ya tirk, tevgera Kurdan tevgereke dînî bûye, Ingîliz li piþt wê bûne, lê ev ne rast e. Dîrokzanên kurd bi gelek belgeyên di destê xwe de, berevajî wan têzên dewleta kemalîst, îsbat dikin ku Tevgera Þêx Seîd tevgereke pêþverû bû, bi daxwazên neteweyî rabûbû û ingîlîzan wê çaxê hîç alîkarî nedaye kurdan, serda wan û firansizan alîkariya dewleta tirk kirine. Ev tiþt hemû bi îsbat û belge ne..

Ji bo nûkirina hayedarî û zanîna li ser dîroka me ya nêzîk û çêkirina þuûra dîrokê, giringiya konferansên weha mezin e. Di eynê wextê de ji bo rêzgirtin û bîranîna di serî de Þêx Seîd û 47 hevalên wî yên ku hatine dardakirin û hemû þehîdên berxedanê ev konferansana gelekî giring in û hêjayî pîrozkirinê ne. Bila destê xebatkarên KOMKARê, destê nivîskar û dîrokzanên me Mehmet Bayrak, Alihaydar Koç û Osman Aydin sax be!

Konferans dewam dikin. Di roja 29-ê Gulanê de li Wuppertalê, nivîskar-dîrokzan Alîhaydar Koç wê li ser eynî babetê qise bike.

 
© ROJA NÛ 2000-2001