 |
|
SEROK
BARZANÎ NEWROZA GELÊ KURD PÎROZ
KIR
|
PNA
– 21-03/2007- Bi boneya hatina cejna neteweyî ya Newrozê
û serê sala kurdî, serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî
birûskeyeka pîrozbayîyê pêşkêşî xelkê kurdistanê
kir û ev jî teksta ewê pîrozbayîyê ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan Bi boneya hatina serê
sala nû ya kurdî û cejna dîrokî ya neteweya me cejna Newrozê,
ew cejna ku di dîroka tije serwerî ya gelê me de bûye nîşana
berxwedanê, ez ciwantirîn û germtirîn pîrozbayîyê pêşkêşî
hemû gelê kurdistanê, binemalên serbilindên şehîdan,
pêşmergeyên qehreman, hemû hêz û alîyên siyasî yên
kurdistanê dikim. Em bi hêvî ne
ku sala nû di kurdistana me ya xweştivî de sala avakirinê,
xweşbuhurînê û çespandina qanûnê be û ev bîranîna şikodar
û cejna neteweyî hemû salekê li jêr sîbera Iraqek azad,
federal û demokratîk bi ser gelê me yê têkoşer de vegere
û kurdistan gava ber bi ayindeyek geştir ve bihavêje.
Gelê
kurdistanê gelekî azadîxwaz e. Ew ji bo azadî, serbestî
û rizgarîya xwe herdem di xebat û têkoşînê de bûye
û giyanê berxwedana li dijî sitem û zordarîyê ji Newroza
kurdistanê wergirtiye, ku ew nîşaneka dîyara xebatê
ye, da ku hêvî yên me yên dîrokî pêk bihên û bi taybetî
rastalîkirina çarenivîsa kerkûkê û deverên dinên kurdistanî
yên ku maddeya 140 a destûrê jê re bûye nexşeya rê.
Evroj destkevtên gelek mezin pêk hatine. Ew destkevtana
jî weha her ji ber xwe ve û bê qurbanî pêk nehatine. Belkî
ew bi xwîna şehîdan, bi dest û zendên pêşmergeyên
qehreman, bi rondikên dayikên şehîdan, bi westiyana
gelê me, bi ewê rewşa taybetî ya piştî prosesa
azadkirina Iraqê û bi hevkarîya bi bandora hêzên hevpeymanan
pêk hatine. Ji ber evê çendê divê em hemû alî buhayê evan
destkevtan û evê azadîyê bizanin û em bi yekrêzîya hemû
hêz û alîyên siyasî û hemû pêkhatan evan destkevtan biparêzin
û em karên bi cih ji bo bi serxistina evê ezmona federalîya
kurdistanê bikin, ku ew nimûneya jîyana bi hev re ya neteweyî,
oldarî, zêveyî û firepartayetî ye. Divê em bi hemû şiyanên
xwe ve, sazkarîyan di rewşa xwe de bikin, da ku em
li asta qonaxa bihê bin û em bi baştirîn şêwaz
xizmeta gelê kurdistanê bikin.
Dubare Newroz û serê sala nû ya kurdî pîroz be û nemirî
û serwerî jî ji şehîdên rê ya rizgarîya kurdistanê
re bin.
Mesûd Barzanî