Civîna Çapemeniyê
ji bo fîlma kurdî "Sifir Kîlomêtir"

Çend roj berî niha ji bo fîlma kurdî "Kilometre Zero" (Sifir Kîlomêtir) konferanseke çapemeniyê hat çêkirin. Li wir rejîsorê fîlmê Hiner Selîm, lîstikvan Nazmi Kirik, Belçim Bilginê û pêþekzanên teknîkî yên fîlmê,
Alexandre Mellet-Guy och Emilie Georges derketin pêþberî mediya international û pirsên wan bersivandin. Wezîrê kulturê ê Kurdistana baþûr jî di civînê de amade bû.

Hiner Selîm li ser xwe û fîlmê weha got: "Min serpêhatiyên birayê xwe ji xwe re wek niqta destpêkê hilda û dest bi karê fîlmê kir. Birayê min rojekê bi pîjemayê xwe çû firinê ku nan bikire, ew girtin û birin eskeriyê, û þandin ser sînorê Îranî li aliyê Basrayê ku ji wir 800 kîlomêtir dûr e. Li ser bingehê vê bûyerê min çîroka fîlmê avakir.

Hiner Selîm li ser fîlmê ev jî got: "Filma "Sifir Kîlomêtir" ne fîlmeke polîtîk e. Tiþtê ku ji bo min ji hertiþtî balkêþtir e, serpêhatî û çîrokên jiyana kesan e. Li vir þofêrekî kurd û eskerekî ereb ku gereke ji evdu nefret bikin, lê ew dîsan jî wê nefretê dizgîn dikin. Armanca min herweha ew bû ku ez bi temaþvanên xwe parçekê ji îdara dîktatorî bidim tamkirin."

Nazmi Kirik (di fîlmê de Ako ye) li ser rola xwe weha dibêje: "Min Ako wek pasîfîstekî dît. Bi rastî ez bi xwe jî li dijî þer im. Ako karekterekî wisa ye ku min xwe gelekî tê de dît û bi rastî pê bawer bûm. Ez û Hiner bi hevra xebitîn û me ev karekter afirand."

Hiner Selîm li ser vegera Kurdistana Iraqê: " Di destpêka salên 80-ê de min ji ber rejima dîktatori ya Saddam bazda û welat terk kir û venegeriyam heta ku ji ser text hat daxistin. Di vegerê de min tenê sê yan jî çar gund dîtin ku nehatibûn wêrankirin. Bilî wê ne çandinî, ne pez û dewar ne jî kaniyên avê mabûn. Dema min ev rewþ dît rondik ketin çavên min. Di van nêzkayan de ez dîsa çûm, min vê carê ekonomiyeke baþtir dît, ez gelekî þabûm. Wisa diyar e ku hertiþt ber bi baþiyê ve diçe."

Hiner Selîm li ser astengiyên li ber çêkirina fîlmê: "Gelekî dijwar bû, me nizanibû ka em ê çawa hema kamereyan û fîlman bigihînin Kurdistanê. Demekê em hatinser wê baweriyê ku em bi riya qaçaxçiyan tiþtên xwe derbas bikin. Di dawiyê de em gihîþtin armanca xwe. Ji ber nebûna teknîkzanên fîlmê li Kurdistanê, em neçar bûn ji Fransayê du kesan bibin.
-------------- ----
Nivîs ji îngîlîzî hatiye wergerandin. Çavkaniya nûçeyê: www.festival-cannes.fr

 
 

 

 
© 2001-2005 Roja Nû