Hukumeta Swêdê dixwaze rewþa perwerda
zimanê zikmakî baþtir bike


Li ser daxwaza hukumetê Swêdê, daira kar û barên dibistanan Skolverketê piþtî lêkolineke fireh di raporekê da pêþniyarên nû ji bo baþkirina rewþa zimanê zikmakî pêþkêþi hukmatê kir. Di raporê da, bi taybetî tê destnîþankirin ku zimanê zikmakî ji bo pêþxistin û xurtkirina nasnameyê xwediyê roleke mezin e, lewma ji bo xurtkirina rewþa zimanê zikmakî hin guhartinên bingehîn tên pêþniyarkirin. Li gor pêþniyareke nû mafê her zarokekî heye ku ji yeksalîya xwe þûnda perwerda zimanê zikmakî wergire, eger dê û bav bixwazin. Herwisa baþtirkirina zanebûna dersdaran, alîkariya taybetî ji bo dibistanên ku dersên zimanê zikmakî didin, çendek ji pêþniyarên nû ne.

Wek tê zanîn mafê xwendina zimanê zikmakî di dibistanên Swêdê da ji sala 1975 a heta niha heye. Xasima di van çend salên dawîn da, giringiya dersên zimanê zikmakî zêdetir tê dîtin. Li gor lêkolinên gelek pisporên ku di vî warî da xerîk in, zarok û gencên ku di nasnama xwe da qels in, ji civatê ra dibin problem, xwe li tiþtên kriminel digrin, piraniya wan di jîyana xwe ya pêþ da serfiraz nabin. Ne tenê li Swêdê lê li piraniya welatên Ewrûpa roava, ev yek wek pirseke sereke ya integrasyonê tê pejirandin û lewma jî li çareseriyan digerin.

Îro li Ewrûpayê bi qasî 1,5-2 mîljon mihacirên kurd dijîn û qet þik tune ku ji hemû grûbên etnik bêtir, li ba ciwanên kurd krîza nasnamê û encamên wê tên dîtin. Ev jî pirseke taybetiye ku divê dezgehên kurdan li ser wê serê xwe biêþînin, li rê û çareyan bigerin. Îmkanên ku ji bo pêþxistina perwerda zimanê zikmakî tên pêþkêþkirin wê feydeyeke mezin bide zimanê kurdî bi xwe jî. Em hêvîdar in ku ew pêþniyarên jorîn ji alî hukmatê ve bên pejirandin.