Þukur Mustefa li Stokholmê hat bîranîn

29.09.2003

Þukur Mustefa Resûl, roja 28-ê îlonê li Stokholmê, di civînekê de hat bîranîn.Di civînê de nûnerên dezgeh û rêxistinên kurdan, heval û dostên Þukur Mistefa li ser jiyan û xebata wî qisekirin. Di civînê de nêzêkî 200 ronakbîr þair û nivikarên kurd ji hemû parçên Kurdistanê beþdar bûn.

Wek tê zanîn mamosta Þukur Mustefa yek ji wan rewþenbîrên me ye, yên ku ji binyata xwendina medresa dînî tên û ji bo pêþxistina ziman û wêjeya kurdî, bi salan xebatên hêja kirine…. Wek Cegerxwîn, Eladdîn Sicaddî, Mihemed Emîn Bozarslan û yên din.

Bi qasî 40 berhemên mamosta Þukur Mistefa hene ku piraniya wan werger (tercume) ne. Yek ji wan wergeran romana Yaþar Kemal "Evsana çiyayê Agirî" ye. Þukur Mustefa herweha danêrê KORÎ (akademî) ZANYARÎ KURDÎ ye jî.

Þukur Mustefa di roja 18-ê îlonê de li Hewlerê 79 salî wefat kiribû.

Civîna bîranînê ya li Stokholmê ji alî Temsîldariya welatên bakûr ya Hikûmeta Heremê Kurdistanê -
Komîteya Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî
Înîsyatîfa Kurdên Swêdê
Platforma Kurdên Ewrûpayê
Weqfa Kitêbxaneya Kurdî
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Yekîtîya Jinên Kurdistanê li Swêdê
Yekîtîya Ciwanên Kurdistanê li Swêdê

 
© 2001-2003 Roja Nû