Mesûd Barzanî li nexweþxanê birîndar ziyaret kirin.
Netewayê kurd bi xwîna þehîdan û firmêskên çavên dayikan berdelê azadiyê dide...
 






Terorê di roja cejna qurbanê
de li Hewlêrê xist!
Roja yekê Sibatê de du êrişên xwekujîyê li dijî xaniyên PDK û YNK hatin kirin. Ji rêvebir û kadroyên herdu partiyan û ji gel bi dehan kes hatin şehidkirin û 200 kes hatin birîndarkirin.
Dema rêvebirên bilind yên herdu partiyan cejna gel pîroz dikirin ev deqandinên terorîstî cirîyan. Di nav kuştiyan de cigirê serokê hukumeta Kurdistanê û endamên polîtburoya PDK Samî Ebdurehman, Saed Abdullah, endamê KM Þewket Þêx Êzdîn, waliyê Hewlêrê Ekrem Manteq, cîgirê walî û eynî wextê de serokê şuba Hewlêrê ya Yekitiya Nivîskaran Mehdî Xoşnav, qaymeqamê navenda Hewlêrê Ahmed Rojbeyan, mudurê Polêsên Hewlêrê Amîd Nerîman, digel rêvebirên bilind yên YNK wek yên Saxwan Abbas, Xusro Þêro û nûnerê YNK li Anqerê Behrûz Gilalî digel gelek rêvebir û kadroyên din û ji gel jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokê Parlamena Kurdistanê Roj Nûrî di beyaneke nivîskî de da xuyakirin ku ev kavilkarî li dijî yekitiya kurdan, federasyonê û demokrasiye hatiye kirin. Sê roj wek rojên şînê hatin îlankirin.

Serokên PDK kek Mesûd Barzanî û mam Celal Talabanî di dazanên xwe de dan diyarkirin ku tu êriş nikare rê li ber yekitiya kurdan û daxwazên wan ên rawa bigre. Ev curumet tenê wê bibe sebeb ku nêzîkayï û yekîtiya kurdan zûtir pêkbê. Milletê kurd teslîmî êrişên terorîstîyê nabe. Herdu lîderan ji gelê kurd re sebir û sersaxî xwestin.

 

 

 

 
© 2001-2003 Roja Nû