|
 |
|
Nivîskar
Wezîrê Eşo
|
|
WEZÎRÊ
ME JÎ ÊDÎ 70 SALÎY E
Eskerê
BOYÎK
Hey
gidî dinya .Wezîrê me jî êdî 70 salîye... Sal usan zû derbaz
dibin, tê bêjî difirin. Rind tê bîra min, wek duh bû, dema
cara ewlin min Wezîr dît... Havîna sala 1959
a bû. Min mekteba gundê Elegezê ya navendî xilaz dikir. Me
êntyamê qedandinê didan. Xêncî mamostayê me usa jî gerekê
dû yan sê mamostayên din ji mektebên gundên cînar û nûnerên
nehyê her êntyamekê da hazir bûna.
Êntyam
ji dîrokê bû... Xortekî bedewî, bilindî berbiçav, ku meriv
heyr-hijmekar bû lê, seke-sifet,
cil-rihala mêze kira li nav mamosta da rûniştibû... Min
rind cawa xwe da. Ewî ez pîroz kirim, bi hizkirin destê xwe
pişta min xist û got: „ Xweşbî. Cawa te min xweş
hat „.
Wê rojê
ez pê hisyam ku ew berpirsyarê mekteba gundê Pampa Kurda Wezîrê
Eşo ye, ew muxdarê salekê ye wî xwendina bilind li Yêrêvanê
tam kirye, vegeryaye û berpirsyaryê mekteba gundê xwe dike.
Despêka
salên şêstî dema min li bajare Yêrêvanê dixwend, ew êdî
li Yêrevanê, di nav rewşembirên Kurd da navekî naskirî
bû. Ji min ra usa li hev hat, ku hema salên xwendinê yên ewlin
da bikevime li nav we civakê,.Em bûne dost û heval, kîjan
heta îro jî berdewame...
Wezîrê
Eşo sala 1934 a, 1 ê meha mijdarê li paytextê Gurcistanê:
bajarê Tilbîsê da hatye dinê. Pêşyên nivîskar destpêka
salên 80 î sedsala 19 an ji ber zulm û zora dewleta Osmanyê
û olperestên êlêye cahile, fanatîk ji Eleşgirê ( E´yntap
ji navça wan ra digotn) ji êla xwe ya Sîpka diqetin û bi dijwerî
direvne navça Dîgorê li qeza Qersê, ku wî zemanî êdî di bin
bandora desthiletdarya Împêratorya Rûsyayê da bû. Êla wan,
Sîpkîên Êzdî ji xwera li wî cîyê nû 16 gundan ava dikin.
Mala kalkê Wezîr gundê Şîrikûyê da cî dibin. Ew li wê
êlê da malbeteke bi nav- denge û kivş bû…Berî şerê
cihanê yê ewlin kalkê wî Hûtê Begê Reşîd axa wek gilavîyê
(serokê) wê êlê tê hilbijartin. Lê ev yek dirêj nakşîne.
Sala 1917 an li Rûsyayê da şurişa Oktyabirê ser
dikeve. Leskerên Rûsa Pişkavkazê dihêlin, diçin...Leşkerê
Osmanyê û alayên Hemîdyan dadikutine wê heremê. Qewatên Ermenîya
nikarin pêşya wê lêya zalm bigrîn...Êla Sîpkan ji alyê
Osmanya da zyneka mezin dikşîne...Yên tên qirkirinê,
yên ancaxî ji çemê Erez derbaz dibin, diçin, digîhîjne navça
Elagezê kurdên Êzdî. Wê demê 12 gundên Êzdiya yên şên
li pala çîyayê Elegezê hebûn. Malbeta kalkê nivîskar gundê
Pampê da cî dibin...Lê Roma reş tên, bi şûrê xezevê
digihîjin wan gundan jî, Êzdî dikevin devê şûrê neheqyê.
Mêra, zarok, kal û pîran dikujin, gunda talan dikin, geleka
hêsîr digrin, tev talên dajone kûraya Tirkyê. Malbeta wan
mecbûr, direvin bajarê Tilbîsê. Wê demê Tilbîsê da jî feqîrî
û nangiranî bû: tije sêwî û evdên bêxweyî. Kalkê wî teyax
nake, dimire. Bav: Eşo tev neferê malbetê, yên din, ku
karibin ebûra xwe bikin, karen reş dikin.
Wura
jî qeydê Sovyêtê tê demezirandina. Bajêr da mektebên karkiran
yên hildana nexwedîtyê vedibin. Eşo jî wan mekteba da
bi piştgirya Kamil Beg Bedirxan (Wê demê ew lawê mala
Bedirxanyan li bajarê Tilbîsê bû, û karekî kurdewarî dimeşand)
dixwîne, xwe pêş dixe, dibe şagirtekî Bedirxwen…Dizewice.
Halê wan xweş dibe. Sala ku Weîr tê dinê (1934 a) vedigerin
nava qewmên xwe: Ermenistanê gundê Pampa Kurdan…Bavê wî ewil
wak berpirsyarê kilûba gund, paşê salê dirêj wak serokê
sovêta gund dixebite…
Vira
cîye ku meriv ji bîr bîne Malbeta Eşoyê Hûtê Begê û Kara
pîreka wî. Ew ji wan kêm malbeta ên Kurdên wê heremê bûn ku
saya perwerde, xemxurîya baş zarokên xwe tev dane ber
xwendinê, tev jî ji bo gelê xwe bûn kadrên kêrhatî. Xêncî
Wezîr xûşka wî : Lûsîkê û birayê wî Şîralî jî xwendina
bilind xilas kirin, Lûsîk mektebeke bajarê Yêrevanê da mamosta
zimanê rûsî bû, Sîralî jî bû bijîşkekî Ermenîstanêyî
bi nav û debg. Du xûşkê wî bûn xûşkê doxtiryê, birayên
din jî bi xwendia navîn bûn xweyê pêşên kêrhatî…
Hêjaye
remetyê Şîralî ji bîr bînim. Me demekê da duxwend û xwendevanên
kurde Yêrêvanê me teva hev nas dikir û em hevva girêdayî bûn…Wê
demê li Yrêvanê Komela xwendevanê Kurd hebû. Şîralî
endemekî komelê yê welatparêzî aktîv bû. Ew xwendina xwe da
jî pir serketî bû…Ji pey qedandina zanîngehê ra ew nexweşxana
bajarê Sipîtakê da derbazî ser xebatê bû. Demeke kin da navê
wî temamya Ermenistanê û hidûhên wê der bela bû.. Ji her
cîya nexweş tanîne cem wî…
Erdheja
Ermenîstanê ya sala1988 an, ku bi Erdheja Sipîtakê
hate navkirin dinya hejand… Erdhej bû sebebê mirina devedevî
25 hezar evda…Doktor Şîralyê Êşo, ku li ber textê
emeletê mirinê ra ketibû şêr ku nexweşê xwe xilazke,
di bin kelefê nexweşxanê da ma…Keçka wî: Leyla 16 salîye
bedew jî bin kelefê dibistanê da hate kuştin…Raste wê
erdhejê têlê emrê bi sedan evdên Kurda jî qetand…Lê Sîralî
bû keserek û kete dilê temamya wê êlê…Wê derba giran pir hukumî
ser birayê wîyî nivîskar kir…
Zarotya
Wezîr wî gundê Kurdayî bedew da derbaz bûye…Pamp (niha Sîpan)
li nav wê navçê da gundkî herî şên bi bihar û havînê
xwe yên li nav kulîlkada xemilî, kerî, sûrî, berx , berodan,
bindarûk, zerî-domamên çevreş, payîzên bi dewet û dîlan,
zivistanên berf û boran, odên germe tije çîrok û kalên zemana…Pamp
jî xizna zargotinê…Kilaman girtî heta çêra, laqirdyan girtî
heta qerfa, due’ayan girtî heta nifir, nav-nûçik û te’nê wan
jî ne wak yê gundên dorê ne… heftqet û heft fikirin…Dema
Wezîrê me dinivîse, yan li nava civakekê da diaxive kolorîta
axaftina Pampya dikeve bîra min…Xeysetekî kurmancîyî, lîrîkîyî,
sivik, zimanekî xweşî tije tem û şîrnayî, ruhsivikî,
axaftineke maqûltî, zaroka ra zaroke, mezina ra mezin… Timê
li nav şîn û şaya, mesrefa da, mîkrafon yan kasa
eşqê dêst da, ber dilê evda da hatye, ku derdê wan sivikke,
yan destanînara şabûna xwe gotye, xelq pîroz kirye. Axaftina
wî jî ne mîna ya xelqê ye, dirêje… Rewşembîrekî usane
ku, bi xûdana xwe keda xwe qazanc kirye, hela dewsa hinek
rewşembirên me, nîrê wan jî kişandîye û li bin sîyê
da maye.
Xwendina
ewlin Wezîr dibistana gund ya hevtsale da distîne, paşê
bajarê Tilbîsê da mekteba navîn xilaz dike. Sala 1953 an beşa
dîrokê ya Zanîngeha Yêrêvanê tê qebûlbûn û ji pey bi açixî
qedandina wê ra diçe gundê xwe, dibe berpirsyarê dibistana
gund.
Sala
1961 ê ew êntyamê Aspîrantûrayê dide û dice Lênîngiradê ku
li ser dîroka gelê xwe bixebite û têza doktoryê bistîne…Ew
li wur kurdzan-rojhilatzanên bi nav û deng ra dibe nas, li
nav dîroka gelê xwe da kûr dibe. Sala 1963 a vedigere Yêrêvanê. Sala 1964 a wî kivş
dikin wek rêdaktorê sereke yê sîyasî di têlêvîzyon- radyo
û weşenên din li Ermrnistanê. Salên 1983-1994 an karê
rêdaktorye û wergervanyê di beşa weşanên Kurdî ya
Radyoya Yêrêvanê da dike. Sala 1994 an ji sedemên sîyasî
Wezîrê Wşo penaberî Bêlgîyayê dibe û niha jî kar –barên
xweyî rewşembîryê, zanyaryê, nivîskaryê, welatparêzyê
li bajarê Birûsêlê didomîne.
***
Despêka salên 60 î, sedsala borî, Wezîrê Eşo jî tev Şikoyê
Hesen, Mîkayêlê Reşît, Fêrîkê Ûsiv, Simoye Şemo,
Sihîdê Îbo, Emerîkê Serdar û gelekên din ronayîke geş
anî nava rojnemevanî û edebyeta Kurdên welatê Sovêtê… Ermenistanê
da ew bûne stûnên karkir û rêvabir
ji bo ocaxên medenyeta Kurdan, yên nû va vekirî. Salên weşena
xweye ewlin heta sala 1994 a çawa axaftinên radyoya Kurdî
ya rojane, usan jî pelên rojnema RYA TEZE bi nivîsarên Wezîrê
Eşo xemilîne…
|
|
Qaba
pirtûka "Dengbêj kal bûbû"
ya Wezîrê Eþo |
|
Wezîrê Eşo di nav xwendevana da çawa nivîskarekî bi şuret
û hizkirî eyane. Pirtûkên wî yên kurteçîrokan:
“ Mizgînî” (1976), “Dengbêj kal bûbû” (1983),
“ Pamp-Sîpan” (1986) û gelek efrandinê wîye din, ku
rojmeme û kovaran usan jî cildê berevoka “Bahar” ya
nivîskarên Kurde hersale da hatine weşandin, lê nebûne
berevok ji alyê xwendevana da hatine hizkirin. Têma efrandinê
nivîskar emrê merivê kurde, Pampa wîye delal, dijweryên dîrokê,
jîyana îro, hizkirin, penaberî û xerîbî, hisreta Welatê kal-bavan,
pismamtî û xêrxwezya gelan… Şirovekirna wî şîrin
û xweşe, bi gilyê pêşyan, laqirdyan, reng û rewşên
hewaskar xemilandîye…
Nivîskarê hizkirî karekî mezin alyê wergera bedewetyê da kirye.
Xebata salaye dirêj di warê wergerê
da û zanebûnên bêqisûr ya zimanên Rûsî û Ermenî mecal danê
ku efraninên bedewetyê usan wergerîne kurmancî, wekî ew ji
bingehê danexin. Sala 1982 berevoka wî ya wergeran ji nivîskarên
Ermenî “Xebera Dosta” hate weşendin. Bi wergera
wî radyoşanoyên “Hisret”, “ Nahapêt”
yên li ser hîmê romanên nivîskarê Ermenyayî Hraçya
Koçar nivîsî, “Memê û Gulê” ya nivîskarê Kurd Nado
Maxmûdov salên başqe-başqe bi zimanê Kurdî Radyoya
Yêrêvanê da hatine dayîn. Wezîrê Eşo usa jî yek ji wergerê berevokên efrandinên nivîskarên Ermenya yên mezin
H. Tûmanyan û A.Îsahakyan e.
Li ber dilê min da xebateke wî ya giranbha
Xaçatûr Abovyan û lêkolînê wî KURD û ÊZDÎ ye,
ku sala 1986 li Yêrêvanê hate weşandin. Xaçatûr Abovyan,
dost û xêrxwezê gelê Kurd hîmdarê Edebyeta Ermenya ya nû ye.
Ew salên 40 î sedsala nonzdan çûye li nav êlên Kurdan û ev
herd gotarên giranbiha nivîsîne, weşendye. Derheqa gelê
me da gelek melûmetyên dîrokî ji pey xwe hîştye, usa jî hinek kilamên kurdî ji devê dengbêjan nivîsye û kirye milkê xwendevanên
Ewropî… Wezîrê Eşo ne ku tenê ew gotarên giranbiha wergerandine Kurdî lê lêkolîneke pir kûr,
bi nirx û delal derberê wan û nivîskarê wan da weşandye
û daye xwendevanên xwe…
Ji
bo emekê wî yê mezin, sala 1991 ê ji alyê yekîtya Nivîskarên
Ermenyan va ew hêjayî xelata hurmetê ya ser navê Erebê Şemo
bû.
Eger
dewleta Kurda hebûya û karê şanogeryê, sînemê di nav
Kurda pêşdaçûyî bûya, ez sedî sed bawarim Wezîrê bibya
Şanovan û artîstekî dinêe´yan. Bejn-bal, seke-sifetê
berbiçev, dengê qalimî dewlemend û şureta artîstyê mecalê
didinê dilqê here dijwar jî bilîze û guhdary temaşevan
û guhdaran bikşîne ser xwe. Salên 60-70
î Radya Yêrêvanê beşa Kurdî da karne berbiçev warê şanogeryê
da dibûn. Payê radyokompozîsya û radyoşanoyê kurdîye Radya Yêrêvanê bawarkî
wan sala, dema berpirsyarya remetyê Xelîl Mûradov da çê bûn.
Ji bo qedandina dilqên biçûk û ne kivş gazî me-xwendevana
jî dikirin…Di çêkirina hineka da ez jî beşdar bûme…Wezîrê
Eşo tim him dilqên sereke dilîst, him jî dewsgirtyê rêjîsor
bû. Rêjîsor ermenîkî extyar bû: Nîkoxosyan. Ewî
rêjîsorî Tîatroya Elegezê ya dewletê jî kiribû (1939-1949).
Wezîr bi xwe jî şano nivîsîne.
Radyoşanoyên wî “Koçekê Derewîn” û “ Tîgran û
Mehmûd” ji alyê guhdarê radyoyê va gelekî baş
hatine qebûlbûn lê komêdya “Remo, Şemo, Temo…” salên
70 î ,demeke dirêj ji ser dika tîatroya Elegezê nedihate
xar…
Rind tê bîra min navbera Wezîr û Nîkoxosyan
tim nerazîbûn hebû. Nîkoxosyan teqil
û akila kurmancî pak nizanbû û dixwest her axaftin bi curê
wî bê gotin. Wezîr jî jêra qayîl nîbû…Ez difikirim wê demê
eger gura Weîr bikirana bihê wan radyoşanoya
yê bedewetyê wê îro mezintir bûya û kêmasyên kêm bûna...
Wezîrê
Eşo karne mezin kirye di warê rojnemevanyê, rêdaktorya
pirtûkan da. Ber qelema wî bi hezara qise, nûçe.miqale, heypîvan, gotarên hewaskar
derketine. Ew endemê Yekîtya
Nivîskar û Rojnemevanê welatê Sovêtê bû, dewsgirtyê sedrê
yekîtya rewşembirên Kurd yên Ermenistanê…
Ji pey penaberyê ra jî Wezîr rehet rûneniştye.
Berê qelema wî hê adan bûye…Berhemê wî hîvya çapêne…Dengê
wî hê bilind tê bihîstin…
***
Min nikaribû vê gotara biçûk da emekê wî rewşembirê emekdar
gişk banya ziman… Wezîrê Eşo 70 salê xwe bê rawestandin
pêşkêşê gelê xwe kirye û dewsê tu tişt jê nexwestye…
Deme,
mirov hema bi çend gotinên qenc kar û keda emekdarên usa bişêkirîne. Em: Kurd wî werî da pir timane…
Ew evdekî bi dilê mezine, hevalekî bêqisûre,
bengîyê welatê xwe ye, malxêkî xemxure… Tucar
pey nav û mezinayê neketye. Nav û mezinayî hê hîvya
wî ne
Ez
70 salya te pîroz dikim, birayê minî
hêja û salên efrandaryê yên dirêj tera dixwezim
30.
11. 04.
|
|