Wîndowsa kurdî tê amadekirin

 
 

Kampanya Windowsa kurdî ya ku ji alî rojname.com hatibû destpêkirin û bi hezaran kesayetî, rêxistin û malperên kurdan bi îmzayên xwe piþtgirî dabûnê, bi ser ket. Microsoftê zimanê kurdî jî girte nav grûbên zimanan û wê sîstema bi zimanê kurdî amade bike. Wek tê zanîn di qanûna bingehî ya Iraqê ya nû de, zimanê kurdî jî li seranserî Iraqê wek zimanê resmî hatiye qebûlkirin û mimkun e di biryara Microsoftê de rola vê guhartina mezin heye. Ji ber ku bazareke firetir jê re çêbûye.

Niha, li gor agahdariyên ku hene, Microsoft ji bo amadekirina wîndowsa kurdî li zimanzanên kurd digere. Bêguman îro êdî zimanzanên me yên baþ hene, peydakirina zimanzanan wê ne ewqas dijwar be, lê pirsa alfabeyê pirseke giring e. Insallah bi herdu alfabeyan jî bête amadekirin.

Pirseke din jî zimanê teknîkê ye (bivê nevê hin bêjeyên nû wê bên afrandin, yan jî veçêkirin). Ew kesên ku wê bi vî karî rabin divê hem qaîdeyen zimanzaniyê, hem jî termînologiya hevbeþ ya zaravayan li ber çavan bigrin. Termînologiya ku carekê hat çêkirin paþê êdî nayê guhartin. Lewma divê destpêkê de hilbijartina bêjeyan heta ji dest tê bi îtîna bê kirin. Ji niha ve em ji wan re serkevtinê dixwazin.

 

 

 
© 2001-2004 Roja Nû