
Rojnama swêdî Aftonbladetê
xariteyeke Tirkiyê ku tê da Kurdistan jî hatiye
dîyarkirin weþand. Ser vê yekê Tirkiyê
acizîyeke mezin nîþan da
Çend hefte berê, rojnama swêdî
Aftonbladetê bi pereyên wezareta turîzmê
a Tirkîyê reklama turizma Tirkîyê weþand.
Di nav nivîs û resmên ser Tirkîyê
da xariteyeke Tirkîyê jî hatibû danîn.
Li ser wê xariteyê, qismek ji Kurdistanê bi
sînorekî spî û zirav hatibû nîþankirin
û navê Kurdistanê hatibû nivîsandin.
Rojnama tirkî Hürriyetê ev bûyer wek felaketeke
mezin da xuyakirin. Pirs di parlamenta Tirkiyê da jî
hat niqaþkirin. Rojnama Hürriyetê ne tenê
rojnama swêdî, herwisa hukmata Swêdê jî
gunahbarkir ku têkilî karê navxweyî ê
Tirkîyê dibin, dixwazin welatê wan parçe
bikin. Sefîrê Tirkîyê li Stokholmê
Selim Kuneralp jî bi îxanetê hat gunehbarkirin.
Dehwa li sefîr kirin ku rojnama swêdî bide mehkemê.
Lê sefîr Selim Kuneralp li dijî vê daxwazê
derket, got eger em bidin dadgehê (mehkemê), Tirkîye
wê jê zirarê bibîne, çimkî
mimkun e dadgeh tesdiq bike ku ew der Kurdistane.