
Kemanên Stradivarius ku ji salên 1700î vir de li bajarê Cremona
tê çekirin li cîhanê bi nav û deng in.

|
|
|

Þairê kurd Kemal Burkay xelata "Premio
Cremona" ya taybetî ya ku li Îtalyayê
li bajarê Cremonayê tê belav kirin girt.
Xelata "Premio Cremona", ji aliyê belediya
Cremonayê, meclisa wilayeta Cremonayê û
komeleya AISM ve tê belav kirin.
Kemal Burkay ev xelata taybetî ya bi navê "kariyera
þiêrî" ji bo helbesta xwe ya "Hêlîn"
girt.
Kemal Burkay sala 1937ê li devera Dersimê li
gûndê Dirbanê ji dayik bû.
Fakulteya Hiqûqê ya Enqerê xelas kir. Demekî
wek avûkat xebitî.
Sala 1967 kitêba xwe ya yekem bi navê Prangalar
hat weþandin.
Burkay, di sala 1974an de tevî komek hevalên
xwe Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê (ku
îro wek Partiya Sosyalîst a Kurdistan, PSK, tê
naskirin) damezirand.
Heta dawiya sala 2003an jî serokatiya PSK kir.
Xelata "Premio Cremona", di roja 15yê gulanê
2004an, saet 15.00 de, li Cremona di Palazzo Cattaneo de pêþkêþî
xwediyan hate kirin.
Xelat kemaneke bi zêr e li ser paleketekê û
kemanên Stradivarius ya bi nav û deng temsîl
dike, ku ji salên 1700 vir de li bajarê Cremona
tê çekirin.
|
|
|


|
|
|
Helbestên Burkay yên çapkirî:
Prangalar. Ankara, 1967
Helbestên Kurdi. Weþanên Ronahi, Köln,
1974
Dersim. Weþanên Toplum, 1975, Ankara
Helin. Edited by Adamek, Karl and Abubekir Saydam and Sabine
Kappacher, German, Translation by Editors, Köln, 1975
"Dersim" (Turkish) and 1993 "Azadi û
Jiyan/Özgürlük ve Yaþam" (Kurdish
and Turkish), 1993
Azadi û Jiyan, Weþanên Roja Nu, Stockholm,
1988 (Ikinci basim, Weþanên Deng, Istanbul, 1993)
Çarin. Weþanên Roja Nû, Stockholm,
1992
Yakilan Siirin Türküsü. Weþanên
Deng, Istanbul, 1993
Berf Fedi Dike. Weþanên Deng, Istanbul, 1995
Can Taþir Dicle. Weþanên Deng, Istanbul,
1998
Burkay li ser ziman, politika ûhwd. jî pir kitêbên
cuda nivîsandine.
|
|
|