Xelatên KOMKAR ji bo çar Kurdên nivîskar û hunermend


Di wêneyê da xwediyên xelatan:
Mehmet Bayrak, Haþim Saydan, Malmîsanij û þivan Perwer

B. BEFRÎN

Di roja 27.10.2002’an da, li Elmanya li bajêrê Kolnê, Yêkitîya Komelên Kurdistanê -KOMKAR, çar ronakbîrên Kurd xelat kir. Hêjayî gotinê ye ku evê cara duduyan e ku KOMKAR bi vî karê berkevtî radibe.

Qederê 250 hunermend, nivîskar, wênekêþ, polîtîkvan, hozan, vekolîner, zimanzan û rojnamevan beþdarê merasima xelatdayina KOMKAR’ê bûn.

Bername bi pêþþkirina surudê EY REQÎB ji aliyê muzîkvanên Kurd Kak Necmedîn û Kak Rizgar û deqiqeyek bêdengî bo rêzdarîya þehîdên Kurd û Kurdistanê destpêkir.

Pasê Fettah TÎMAR serokê KOMKAR’ê, armanca pêskês kirina xelatan sirove kir û dilxwesîya xwe anî ziman û dest nîsan kir ku bo pêserojê jî bo karên bi vî cureyî amade ne. Serokê KOMKAR di axavtina xwe da got: “Vê carê me ji nava xebatkarên çand û huner û edeba Kurdî da çar dilsoj hilbijartine em bi dayîna evan xelatana, li kar û xebata wana rêz digirin. Emê di pêserojê da jî evê bernama xelat danê bimesînin.”

Vekolîner û nivîskar Memed BAYRAK, zimanzan û nivîskar MALMISANIJ, wênekês Hasîm SAYDAN û hunermend Sivan PERWER xudanên xelatan bûn.

Xelatê Memed BAYRAK qerar bû ji alîyê kurdologê navdar û pisporê Holandî Martîn von BRUÎNESSEN wê hatiba dan. Lê belê ji ber hindek sedemên ne ji dest, Martîn nikarî beþdar bibe û nameyekê giranbiha þand û ji KOMKAR’ê xwast ku xelatê Memed BAYRAK li cihê wî bidene BAYRAK. Ev kar ji alîyê nivîskar û ronakbîrê Kurd Munzur ÇEM ve hate ci be ci kirin. Nama berêz Martîn von BRUINESSEN bi Tirkî hate xwendin pasê bi kurtî Kurdîya wi bo beþdarên bernamê hate pêþkeþ kirin.

Zimanzan û nivîskar MALMÎSANIJ xelatê xwe ji destê D. ÎZOLÎ xudanê Ferhenga Kurdî-Tirkî girt. Wênekês Haþîm SAYDAN xelatê xwe ji destê nivîskar, hozanvan Husên HEBEþ wergirt. Sivan PERWER jî xelatê xwe ji destê nivîskar û siyasetvanê Kurd, serokê DBP’ê û hevalbendê HAK-PAR’ê Yilmaz ÇAMLIBEL wergirt.

Yilmaz ÇAMLIBEL axaftineke balkês kir. Çamlibel di axivtina xwe da wusa got : “Qedirdayîn di nava civaka me da kêm e, mîzana me xirab e, em hineka pir bilind dikin, hinekan qet qîmetê nadin wana, yanî mîzana me xirab e.” Pistî ku bi kurtî li ser rola Sivan PERWER di pêsxistina huner û muzika Kurdî da axivt, berê xwe da Sivan û gotê : „ Ez heyrana dengê te me, heyrana çavê te me. Xwestekek min ji te heye: Tu li hemberê dijiminê xwe serê xwe bilind bigre, lê li hemberî gelê xwe pozbilind nebe, nefspiçûk be, guh nede pesnên vala, qure nebe. Were evan gotinên evî kalemêrî bike guhar û têxê guhê xwe.”

Di dawiya bernamê da guruba muzîqê KOMA NEMRUD û muzîkvanên Kurd Kak Rizgar û Kal Necmedîn hunerê xwe pêskesê besdarên merasinê kirin.