Nivîskara Avûstûryayî
Elfriede Jelinek xelata edebiyate girt


Elfriede Jelinek
Sala 1946 li Avûstûrya li bajarê Mürzzuschlag hatiye dinê.
 

Nivîskara avûstûryayî Elfriede Jelinek xelata Nobel ya edebiyatê ya sala 2004an stand. Ew, ji vê xelatê re layîq hatiye dîtin seba ku ew "bi zimanekî bêhempa kliþeyên neheq û bêmane yên civakê û hukmê zorê" radixe ber çavan."

Li gor agahdariya biografiya Akademiya Swêd ku di heqê xelatgirê de dinivîse, wê di zarotiya xwe de perwerda muzîkê standiye (piyano, orgel, fîq) û li Konservatorioma Viyanayê de kompozisyon xwendiye. Piþtî ku dîploma lîsê standiye di sala 1964an de li Zankoya Viyanayê ya zanista þanoyê û dîroka hunerê xwendiye û pê re jî li ser perwerda muzîkê xerîk bûye.

Hîna di genctiya xwe de helbest nivîsandine. Di sala 1967an de pirtûka xwe ya pêþin (Lisas Schatten-dîwaneke helbestan) weþandiye. Dûre piþtî ku bi tevgera xwendekaran re ketiye têkiliyê, di nivîsandina xwe de giranî daye rexneyên civakî. Wê bi wextê re gelek romanên bi vî rengî nivîsîne. Nivîsên wê li gor rexnegiran, temayên xebatê yên dijwar in. Ew di navbera pexþen û helbestê de diþimitin, di wan de sehneyên teatrê û sekvensên fîlmê bi awayekî zelal tên ber çavan. Giraniya esasî ya nivîskariya wê ji hunera romanê bêtir berbi dramatîkê ve mêl daye. Ji nîveka sala 1970an þûn ve, wê bêtir ji bo radyo û teatrê nivîsîye.

Elfriede Jelinekê herwisa karê wergerê jî kiriye. Di gel nivîskariya edebiyata bedew, wê wek debator di niqaþên ser pirsên civakî de beþdarî kiriye û di vî warî de jî bi nav û deng e.

Jelinek piþtî standina xebera ku xelata îsal dane wê di hevpeyvînekê de dîyar dike ku jin bûna wê di dayina vê xelatê de rol dîtiye, li gor wê gelek kesên din ku bêtir hêjayî vê xelatê ne hene. Diyariya îsal wek pere 1,1 milyonê swêdî ye.

 




 
 

 

 
© 2001-2004 Roja Nû