Prof. Dr. Şekroyê Xudo xelata qedirgirtinê ya ji bo xebata di warê lêgerîna dîroka Kurdî da, ji destê nivîskar Wezîrê Eşo girt.  
   
  Dilşad Saîd xelata xwe di warê muzîka Kurdî da, ji destê hunermendê bi nav û deng Şivan Perwer girt  

KOMKARÊ xelatên qedirgirtinê pêşkeş kirin

22-îlon-2003

Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR, di 21’ê meha Îlonê a sala 2003’an da, li Elmanya, li bajarê Wuppertalê merasîmek çêkir û xelatên qedirgirtinê dan dîrokzan, nivîskar, şaîr û henermendên Kurd, ku kar û xebateka giranbiha kirine di warê lêgerîna dîroka Kurdistanê, edebîyat, ziman û muzîka kurdî da.

Herwekî tê zanîn, îsal sedsalîya nemîrên Kurdistan Mela Mustafa Barzanî û Cegerxwîn e. Herusa îsal dehsalîya qetlîema Sêvasê ye. Bona vê yekê jî KOMKAR xelatên qedirqirtinê peşkeşê sedsalîya herdu nemiran û şehîdên Sevasê kir.

Di merasîma xelatan da, ku nêzîkî 200 ronakbîr, nivîskar, mamoste, akademîker, hunermend, nunerên rêxistinên sîyasî, çandî û demokratîk têda beşdar bibûn, hunermend Dilşad Saîd xelatê xwe di warê muzîka Kurdî da, ji destê hunermendê bi nav û deng Şivan Perwer girt. Prof. Dr. Şekroyê Xudo xelata qedirgirtinê di warê lêgerîna dîroka Kurdî da, ji destê nivîskar Wezîrê Eşo, Eskerê Boyîk di warê edebîyata Kurdî da, ji destê Mamoste Ehmed Akbaş, Munzur Çem di warê edebîyat û zimanê Kurdî da, ji destê Alî Haydar Sever girtin.

Herusa Hasret Gültekîn jî bona bîranîna şehîdên qetlîama Sêvasê û kar û xebata wî ya di warê muzîka Kurdî da hat xelatkirin. Herwekî dizanin Hasret Gültekîn di qetlîema Seevasê da hatibû kuştin. Bona vê yekê jîna wî xelata Hasret Gültekîn ji destê Serokê Koma Dedeyan a Federasayona Elewîyên Elmanya, Hesen Kilavuz girt.

Di dawîya merasîmê da filmeke kurt a vîdyoyî li ser xebata Hasret Gültekîn hat nîşandan.

 

   
  Munzur Çem xelata xwe ya di warê edebîyat û zimanê Kurdî da, ji destê Alî Haydar Sever girt  
   
  Eskerê Boyîk di warê edebîyata Kurdî da, xelat ji destê Mamoste Ehmed Akbaş girt.  
   
  Xelatgirên sala par: Mehmet Bayrak Haşim Saydam, Malmîsanij û Şivan Perwer di merasima xelatstandinê da...  
© 2001-2003 Roja Nû